Çalakger li ber avahiya Wezareta Karên Hundir a Awusturyayê civiyan û ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û Cîhanê rêz girtin.
Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk daxuyaniyek li vir hat dayîn û hat ragihandin, faşîzma AKP’ê qirkirina siyasî li ser gelan, baweriya Elewiyan û kedkaran ferz dike.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Qirkirina ku vê sîstema tekparêz û qetlîamker li Dersîm, Mereş û Sêwasê bi rengekî hovane li dijî Elewiyan kir, îro li Sûr, Silopiya, Cizîr û Colemêrgê li dijî gelê Kurd dike. Bi avêtina HDP’ê ji Meclîsê û bicihkirina DAIŞ’ê li herêmên Elewiyan ve provaya şerê navxweyî li Tirkiyeyê dike.” Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin, gelek saziyan daxuyanî da û dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Bijî HDP” derketin pêş.
VIYANA