Li gorî dema herêmê doh saet di 11:30 de, hat xwestin ku bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî Walîtiya Hewlêrê êrîşek xwekujî were kirin. Şahidên bûyerê dan xuyakirin, ku hêzên ewlekariyê bi çalakgerê xwekuj hesiyane û berî xwe bigihîne Walîtiyê, wesayîta bombebarkirî teqandine. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan 35 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku 2 ji qurbaniyan sivîl, 2 jî polîs in.
HEWLÊR