Civîn li salona taştê ya Sutçu Kenan hate li dar xistin. Di civînê de Gerînendeyê Fauara Asya û Îpekyolê Suleyman Guler, xebatkarê fuarê û gelek endamên çapemeniyê amade bûn. Ewil taştê hate xwarin pişt re Gerînendeyê Fuarê Suleyman Guler, der barê fuar di navbera 3-7 Cotmehê de bên li dar xistin agahî dan. Guler, diyar ku dê fuarên wan di 3-7 Cotmehê de dê bên li dar xistin. Guler, da zanîn ku Wan bajarekî kevnar yê bazirganiyê ye û ji bo hermê û Tirkiyê navnedek girîng e. Guler, bi bîr xist ku rola çapemniyê ji bo bazirganiyê gelek grînge û got ew dixwazin her tim bila bazarginiya heremê û Wanê cih bigire.
Guler, anî ziman ku ew naxwazin welatiyên wan ji bo bazirganiyê biçin metropolan û deverê din bixebitin û got ew dixwazin ku welatiyên herem û Wanê bil ali bajarê xwe bixebitin. Guler, xwest ku hemû rêxistinê sivîl ên civakî, şaredarî û hemû saziyên bazirganiyê li hev bicivin û yekîtiya xwe çê bikin. Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû. 

DÎHA/WAN