Li gorî agahiyên ji ajansa fermî a dewleta Tirk, teqîn di navbera navenda Partiya AKP û walîtiyê dewleta Tirk a li bajêr de çêbûye.
Li gorî agahiyan çalakiya bombeyê bi minîbuseke bombebarkirî pêk hatiye û walîtîya dewleta Tirk a Wanê jî got, ‘’Di teqîna saet 10:30´ê, 48 kes birîndar bûn, 2 ji wan polîs in.”
Çalakiya bombeyî, li gorî agahiyên bidestketî, li dijî nuqteya polîsan a li ber avahiya AKP’ê ya Wanê pêk hatiye. Di encama teqînê de xisareke mezin li avahiya AKP´ê bû, bi wî rengî ku mirov bibêje, li Wanê avahiya AKP´ê hebû.
Gelek wesaîtên polêsan û wesaîtên din ên li meydanê jî texrîb bûn û agir bihenkan ket.
WAN