Navenda  Çand û Hunerê ya Nûda, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) 2’yemîn Rojên Fîlman a Axtamarayê li Wanê di 10-15’ê Mijdarê de dide destpêkirin. Rojên fîlman a ku bi slogana “Em ji bo hezaran rengan hene” tê lidarxistin û ji bilî fîlmên parçeyên din ên Kurdistanê ji sînemaya Tirkiye û cihanê jî berhem beşdar bibin. Di  rojên fîlman da dê fîlmên berxwedanê vedibêjin derkevin pêş û di merasîma vekirinê de Koma Muzîkê ya Anadolu Quertet derkeve ser dikê û belgefîlma Nûjîn bê pêşandan. Rojên fîlman a ku dê diyarî Yaşar Kemal bê kirin û fîlmên berxwedanî, anîmasyonên Kurdî, fîlmên dirêj û kurtefîlm, belgefîlm bên pêşandan. 


Berxwedanê bi fîlman vebêjin

Ji xebatkarên Navenda Çandê ya Nûda Salîha Ayata têkîldarî rojên fîlman wiha got: “Fîlmên me yên par diyarî Şengalê hatibûn kirin. Fîlmên îsla jî dê diyarî Yaşar Kemal bên kirin.” Ayata diyar kir ku belgefîlma “Xaçort Şehît Vedat” jî wê yekem car li vir bê pêşandan. 

Ayata destnîşna kir ku sînemahez bi taybetî li benda berhemên wekî Bakur, Xaçort Şehîd Vedat û anîmasyonên Kurdî ne.


 DÎHA/WAN