Li Wanê, welatî ji bo Zehra Saglam a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî, meşiyan.
Welatiyên Wanê ji bo Zehra Saglam li Hepsa Tîpa T a Oltû bi çalakiya fedaî dawî li jiyana xwe anî, meşiyan. Li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê girseyê, ji bo Leyla Guven a ev 138 roj in di greva birçîbûnê de, pankart hilgirt û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” got. Girse heta bi Taxa Esenler meşiya. Parlementera HDP’ê Muazzez Orhan a beşdarî meşê bû.
MA / WAN