Li taxa Sanatê bi dirûşma “Zimanê me rûmeta me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” standa pirtûkên Kurdî vekir. Li standê ji bilî pirtûkên Kurdî wêjeya kurdî, giringiya perwerdehiya zimanê zikmakî, nivîsandina Kurdî, komela kurdî û pirtûkên Kurdî tên nasîn. Her wiha wê stand heta 21’ê Sibatê vekirî be. Rêveberê KURDÎ-DER´ê a Şaxa Wanê Mehdî Gerçeklî, derbarê giringiya zimanê Kurdî de axivî û wiha got: “Em Kurdî didin nasîn. Me li vir stand vekir. Wekî protestoyekî didome. Ev protesto jî wekî, ‘Em dixwazin zimanê zikmakî perwerdehyê bibînin’.” Gerçeklî da diyar kirin ku bi sed salane helbestvanên Kurdî û pirtûk pir kêm hene û kêm tên nasîn. Ji ber vê yekê jî Gerçeklî got ku : “Pirtûkên me yên sed salane hene û hatine ji bîr kirin. Ev pirtûk dîsa hatine çap kirin. Em ji li vir wan pirtûkan didin nasîn”. Gerçeklî anî ziman ku divê Kurd çanda xwe û zimanê xwe baş nas bikin û wiha pê de çû: “21’ê Sibatê ji bo pêşketina zimanê Kurdî em dê meş pêk bînin. Em bang li hemwelatiyên xwe dikin. Ku dixazibin zimanê wan yê zikmakî pêş bikeve bila tevlî meşê bibin”.

WAN