ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Ji dema Komelgeya Duhla ya Şengalê ji çeteyên DAIŞ‘ê hatiye rizgarkirin ve, bi hezaran malbatên koçber bûyîn, vegeriyan ser warê xwe. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji ber fermana çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran Şengalî koçber bûn. Piştî ku Şengal ji aliyê şervanên azadiyê ve hate rizgarkirin, hêdî hêdî xelkê Şengalê vedigerin warê xwe. Beriya êrişê li komelgeha Duhla ya Şengalê 4 hezar malbat diman. Piştî ku li komelgehê ewlehî pêk hat ji wargehan hezar malbat vegeriyane ser malên xwe û dest bi jiyaneke nû kirin.

Şengal aram e

Welatiyê bi navê Pîr Seyîdo ku vegeriyaye ser axa xwe, dibêje, ”Piştî ku Şengal hate rizgarkirin û hêzên me yên parastinê hatin avakirin, min mala xwe anî Duhla. Di salên destpêkê de vegera gel ji bo Şengalê pirr baş bû, lê niha planên siyasî li ser tên meşandin. Rê li ber vegerê tê girtin. Ez bang li her kesî dikim ku guh nedin siyaseta vala û li warê xwe vegerin.”

Şengal ji her derê xweştir e

Welatiyê bi navê Nayîf Şengalî jî got, “Di dema şer de, malên me hatin rûxandin. Lê niha ti kes ji bo avakirina Şengalê gavê navêje. Lê dîsan ji derveyî Şengalê ti cihê me yê din nîne. Me bi keda xwe dest bi avakirina malên xwe kir. Jixwe, em li koçberiyê jî di konan de bûn, ev 4 sal in ku em li Şengalê jî di konan de ne. Li vir rewşa me pirr baş e. Çiqas zehmetî hebin jî, dîsan Şengal ji her derê xweştir e. Em dixwazin gelê me vegere Şengalê û Şengal weke berê lê were.”