Pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Wargeha Mexmûrê bi tevlîbûna bi hezaran xwendevan, jin û gelê wargehê ve bi coşek mezin destpê kir. Piştî hatina bihezaran xwendevanên dibistanên wargehê, jin û gelê wargehê ji bo qada pîrozbahiyê, bernameya pîrozbahiya 8’ê Adarê bi deqîqeyek rêzgirtinê di kesayeta şehîd jin de ji bo tevayî cangoriyên tekoşîna azadiya Kurd destpê kir.

Li ser girîngî û wateya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, Hevşaredara Wargeha Mexmûrê û Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Nûran Sezgîn ve hat kirin. Piştî axaftina Sezgîn, Koma Şehîd Berçem ya muzîkê bi xemil û estrûmanên xwe derketin ser dikê û stran gotin. Piştre Hunermend Denîz Deman derket ser dikê û bi starên xwe gel û jinên wargehê coşand.

Piştre wê koma şano, hûnermend Bermal, Koma Meryemxan, folklor, Dengbêj Bêrîvan Sayin, Hûnermend Gulseher wê derkevin ser dikê û hûnera xwe pêşkeş bikin. 


ROJNEWS / MEXMÛR