Berdevkê Neteweyên Yekgirtî (NY) got ku sedemê zêdebûna rêjeya mirina zarokan sorik, akût û nexwedîbûn e. Berdevkê NY’yê diyar kir ku di birçîtiyên kujende yên berê de jî di heman astê rastî mirinan hatine. Yekîneya Nirxandina Xurekê û Ewlehiya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di rojên borî de daxwiyandbû ku li 3 herêmên başurê Somaliyê ku li Qiloçê (qoç, stro) Afrîkayê herî zêde ev welat ketiye bin bandora hişkayî û kakiretê, xela îlan kiriye.  Ev 3 herêmên ku lê xela hatine îlankirin; Afgoye, Balad û Adel e ku li van herêman koçberên girseyî jî lê ne. Wek tê zanîn Somaliya ku 20 sal e di nav şer û şonikê navxweyî de ye meha borî NY’ê li herêmên başurê vî welatî Bakol û Şabela Jêr jî xela îlan kiribû. Li navbira Afgoyeyê 409 hezar Somaliyî li benda alîkariya xurekê ye.

NEW YORK