Dadgeha Bilind a Eyaleta Washingtonê hikum da ku cezayê îdamê bi rengekî "kêfî" û "nîjadperestî" tê bicihanîn û diyar kir ku ev yek li destûra bingehîn nayê.
Eyaleta Washîngtonê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), ji sala 2010'an û vir ve cezayê îdamê bi cih naîne. Dadgeha Bilind a Eyaletê hikum da ku cezayê îdamê "Ji ber ku bi rengekî kêfî û pêşhukmên nîjadperestî bi cih tê anîn, ne lê ye". Ev biryar bi yekdengî hat dayîn.
Dadgerên herêmî ragihand ku cezayê îdamê "li şûna sûcê hatiye kirin, li gorî çavkaniyên budceyê yên dadgehan û nijadê tawanbar tê guhertin" û ev biryar da: "Heta ku li eyaleta me bi vî rengî bi cih were anîn, ev ceza ne rewa ye. Lewma destûra bingehîn tê binpêkirin." Dadgeha Eyaletê hemû cezayên îdamê yên li eyaletê bi cezayê girtîgehê yê heta hetayê guherand.
Walî razî ye
Li gorî Navenda Agahdarkirinê ya Cezayê Îdamê, ev biryar 8 kesên ku li eyaletê biryara îdamê der barê wan de hatiye dayîn, elaqedar dike. Eyaleta Washîngtonê eyaleta 20'an a DYE'yê ye ku cezayê îdamê qedexe kiriye. Waliyê Eyaletê yê demokrat, Jay Înslee sala 2014'an bicihanîna cezayê îdamê sekinandibû. Înslee ji bo biryara dadgeha bilind got, "Kêliyeke gelekî girîng e ji bo lêgerîna li edalet û wekheviyê."
WASHINGTON