Muslim derbarê xistina balafira Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve got: "Herêm bi temamî vegeriyaye rewşek aloz. Gelê Sûriyeyê yên li wir daxwazên wan ên weke demokratîkbûnê hebûn; lê di serî de Tirkiye, hêzên ji derve hatin bi xistina destê xwe ya nav herêmê, ev hîn aloztir kirin. Cihê balafir lê hat xistin nêzî Tirkiyeyê ye. Nêzî Lazkiyeyê ye. Li wir cihekî ku Tirkmen bi komî dijîn nîne, kêmeneteweyên weke Ermeniyan jî hene. "


Du sal in cîhadîstan tînin

Her wiha Muslim bi bîr xist ku dewleta Tirk ev du sal in cîhadîstan tîne vir û wan xwedî dike û wihapê de çû:"Ji wir komên weke DAIŞ û El Nûsra hatin derxistin. Îro jî paşde vegeriya û dîsan komên bi çekên giran ketin di herêmê. Balafirên Rûsyayê jî yên ku hewldidan çiyan bixin bin kontrola xwe bombebaran dikirin."

Salih Mûslim, Enqereyê bi destekdayîna komên oldar ên tund tewanbar dike. Sedema vê jî berjewendiyên aborî û daxwaza herêm xistina bin kontrola xwe nîşan da û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Kobanê gelek lîstokên wan ên qirêj raxist ber çavan." 


 NAVENDA NÛÇEYAN