Berbangê dengê teqîn û bombeyan hat. Xwe li derî dan û ketin hundir, wê gule li sînga birayê min bidana, dayika min xwe da ber birayê min lê li wê dan. Paşê bavê min ê seqet xwest me biparêze li wî jî dan û hewar bi me ket, êdî me di nav xwînê de dît... 

Ev gotin û bi sedan gotinên din ên xelkê Bêguneh ê Kobanê hêj li ber guhê me ye û dernakeve. Ev gotina jineke Kurd e ku qet nebe me çend sala carekê li parçeyekî dilê şewitî yê vî welatî bihîstiye, dengê ewqas zarok û dayikan li ber guhê me zingênî û hawarê dike di bêdengiya xwe de her kêlî di dadgeha mirovahiyê de vîjdanek razayî mehkum dike. Ev cîhan, mirovahî û sedsal bi milyonan carî li hemberî vê qêrînê mehkumî mirinê ye. Wê wextê çi ye ev xemil û xêza serdema kor û tarî, ne rastî di guleya li ser dilê zarokekî sêwî de li pêşberî me ye? Çi ye gelo ev kibr û pozbilindiya serdemê ku navê demokrasiyê herimandiye lê her roj li ber lingan dixiriqînin. Em di serdema xwedayên mirî de dijîn. 

Di serdema me de mirin çizînî bi dilê kesekê naxe û kesek ji dîtina dîmenê xwîna li ser canê zarok û dayikan di cihê xwe de naedile û tiştekî nabêje. Di serdema me de welatek di berbangekê de sêwî dimîne û bi hezaran zarokan bi xwe re sêwî dihêle. Êdî di serdema me de dayik xwînê di paşîva xwe de li ser devê zarokên xwe didin aliyekî û wan di nava kelegiriyan de dispêrin axê. Welatiyê vê serdemê êdî di paşîva xwe de dengên aram û dilrevîn ê berbangeke pîroz nabihîzin, dengê top û guleyan wan di paşîvê de bixwe dihesîne. 

Komkujiya Kobanê rastiya serdema me ye ne kêm û ne zêde. Careke din lerizîn bi hest û vîjdanê me ket û em bi xwe hesiyan di çi serdemekê de dijîn.

Duh jî salvegera kimyabarana bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê bû, wêneyên zarokên bê ruh û can li ser her kevir, rê, av û axa Serdeştê de çiqasî jî dişibe îroya Kobanê. Wê demê tenê celadan cihê xwe guhertiye. Bi dîtina van dîmenan bi ya min divê herî zêde em ji kiryarên van hovîtiyan bigerin, ne tiştek din. Li pişt van hovîtiyan gelo tenê yên xuya dikin hene yan kesên din hene û em nabînin. Em êdî nabe fêrî vê bêedaletiyê bibin, welatekî bi xwînê radibe paşîvê û wisa rojî dibe û welatekî din jî bi sufreyên tijî ji xwarinên reng bi reng paşîva xwe dike. Em nabe xwediyên van pîlanan efû bikin û bêdeng li kêleka wan rûnên û li derewên wan guhdarî bikin. Dikuje, penaber dike û paşê wek mesîha tê hewarê. Êdî ev rastiya bi êş a serdema me ye, karê zaliman e ku divê em pê bihesin, dikuje û paşê dixwaze ruh û canê mirî li pey xwe bibe. Dermanê herî baş ji bo pêçana birînên me, dîsa axa welat e. Ax, av û hewaya Kobanê tenê dikare birînên Kobaniyan bipêçe. Ew çiqasî li ser axa xwe bimînin wê ewqasî êş û xwîna herikî li ser axa xwe bikin hêza parastin û hebûna xwe.