Gerîlayên HPG’ê li Bakur û Başûrê Kurdistanê li dijî eskerên Tirk çalakiyên xurt li dar xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 6 esker hatin kuştin, santraleke eskerî jî hat rûxandin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, di çarçoveya ‘Pêngavên Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî’ de li Colemêrg û Başûrê Kurdistanê çalakî kirine. Di çalakiyên 6-7’ê Hezîranê ya li sê nuqteyên cuda, 6 esker hatine kuştin. HPG´ê da zanîn ku gerîlayan 6’ê Hezîranê li devera Maata ya li Govendê ya ser bi navçeya Colemêrgê Şemzînanê bi çalakiyekê, derb li çeperên eskerên Tirk ên dagirker xistin û herî kêm eskerek kuştin û yek jî birîndar kirin. Gerîlayan heman rojê danê êvarê, li Girê Merganiş ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çalakiyekê de herî kêm 4 esker hatin kuştin. HPG´ê wekî din got, gerîlayan 7’ê Hezîranê berê sibehê li Girê Bayrak ê girêdayî herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê bi çalakiyeke sekvaniyê eskerek kuştiye. Li Xelîla li dijî qereqolê çalakî HPG´ê li ser çalakiya li dijî qereqolê ya li Kerboranê jî ev agahî dan: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de 5’ê Hezîranê li dijî leşkerên li qereqolekê ya artêşa Tirk a li gundê Xelîla ya girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de avahî û çeperên li qereqolê bûn hedefç Di vê çalakiyê de têkildarî hejmara kuştî û birîndarên eskeran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.” HPG´ê herê dawî da zanîn ku gerîlayan 30’ê Gulanê saet 20:00’an li dijî santraleke elektrîkê ya eskerî ya li nêzî Gundê Kirova ya devera Osman Sebrî ya Semsûrê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de santral bi temamî hatiye rûxandin. n ANF/BEHDÎNAN