FADIL DONMA / HANNOVER
Ji bo ji lîderên Êzîdiyan ê ruhanî û dinyewî Mîr Tehsîn Begê li bajarê Elmanyayê Hannoverê sê rojan serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin. Wê serokatiya Konseya Bilind a Manewî ya Êzîdiyan jî kiribû. Cenazeyê wî wê li ser daxweza wî 4´ê sibatê li Şêxan ziyareta Pîrê Xoşava bê veşartin.
Mîr Tehsîn Beg di 86 saliya xwe de li Hannoverê li nexweşxaneya lê derman dibê, duşema bihurî koça xwe ya dawî kiribû. Malbata wî û saziyên Êzîdî li bajarê nêzî Hannoverê Lehrte serdanên sersaxiyê qebûl kirin.
Duşemê cenaze dişînin Başûr
Li gorî agahiyên ji malbata wî hatine wergirtin, cenazeyê wî wê duşema li pêşiya me bişînin Başûrê Kurdistanê bi refaqeta 80 kesî ev neqil wê bê kirin. Kurê Mîr Tehsîn Begê, Hazîm Mîr Tehsîn Beg got, cenazeyê bavê wî wê 4´ê sibatê roja duşemê li Şêxan ziyareta Pîrê Xoşava bê veşartin. Roja cenaze bigihîje Başûr, malbata wî wê li gundê Mîr lê ji dayik bûyî, Baedrê serdanên sersaxiyê qebûl bike.