Bi daxuyaniyeke nivîskî ku doh ji aliyê rêveberî û ekîba edîtoriya ya Zindî News’ê ve hate dayîn, tê ragîhandin ku malpera înternetê ya Zindî News’ê îro bi awayekî fermî dest bi weşana xwe kir.

Ev dezgeha çapemeniyê wê di nava rûpelên xwe de mijar û nûçeyên girêdayî rewşa Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn bigre.

Rêveberiya Zindî News di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan ji bo vejînkirina rihê şoreşa Roajvayê Kurdistanê ya 19’ê Tîrmeha 2012’an, îro di roja salvegera 4’emîn a şoreşê de dest bi weşana xwe kir. Malpera internetê ya Zindî News’ê li vê lînkê tê şopandin: www.zindinews.com 


 QAMIŞLO