Gerîlayên HPG’ê li Xakurkê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek pêk anîn. Li gorî daxuyaniya HPG’ê herî kêm 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 30’ê Çile saet di 07:30’î de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Derwêş xistin. Di çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir.
Hêzên me di 31’ê Çileyê (doh) saet 09:40’î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.”
ANF/BEHDÎNAN