Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, li Xakurkê helîkoptereke tîpa kobra ya Artêşa Tirk a dagirker ji destê gerîlla derb xwariye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Li dijî êrişa dagirkeriyê ya li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 3’ê Îlonê saet 20:30’î li geliyê Şêxzade li dijî helîkoptereke êrişê tîpa kobra ku hewl dida bikeve nava herêmê çalakiyek pêk anîn. Helîkopterê derb xwar û neçar ma ji herêmê dûr bikeve.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku di 4’ê Îlonê de ji ber bomberdûmana balafirên şer 2 hevalên wan jiyana xwe ji dest dane û wê agahiyên der barê wan de piştre bi raya giştî re parve bikin.

 

ANF/BEHDÎNAN