Teyib dilgiraniya Hevbendiya Frakisyonên Kurdistanî li hember rewşa wan navçeyan nîşan da û wiha daxuyand:
“Hevbendiya me wek berpirsiyarekê ji welatiyên kurd û tevahiya iraqiyan, daxwaz ji Serokwezîr Nûrî Malikî kiriye ku wek Fermandarê Hêzên Çekdarên Iraqê, encamderên wan tawanên dijî welatiyên kurd li Xaneqînê, muhasebe bike.”
Teyib xuya kir ku Frakisyonên Kurdistanî daxwaz ji hêzên artêş û polîs dike erkê xwe bê cudahî, encam bidin û rûbirûyê her çalakiyeke çekdarî bibin, ne karên wan hêsan bikin ji bo bicihanîna planên dijî hevgirtina niştimanî û bi hev re jiyanan pêkhateyên Iraqê.
Teyib aşkere kir ku hevbendiya wan daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku hêzên pêşmereg bişînin wan navçeyan ji bo parastina welatiyên kurd û iraqiyên din ên ku baweriya wan bi wekheviya tevahiya welatiyên Iraqê heye.
Bajarokê Xaneqînê bi ser parêzgeha Diyaleyê ve ye û hejmara xelkê wê bêtirî 175 hezar kesî ne û ji kurd, ereb û tirkmana pêk tên û yek ji navçeyên veqetiyayî ye ji Herêma Kurdistanê.
AKnews/BEXDA