Pîrozbahîya Newrozê yên Herêma Federal a Kurdistan berdevam dike. Li bajarê Xeneqînê ya Herêma Germîyanji aliye Komaleya Hemwelatîyên Azad û Wekhev ve pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Tevî Hevserokê PÇDK Diyar Xerîb, endamên Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcle, endam û reveberên rexistinên sivîl û partîyen sîyasî tevlî pîrozbahiyê bûn. Hûnermend Necmeddîn Xulamî, Dilşad Hewlêrî jî di şahiyê de cîh girtin.
Di pîrozbahiyê de Nûnerê Hemwelatiyen Azad û Wekhev Doktor Azad Qadir axivî û bal kişand ser nirxên têkoşînê û bedelên hatine dayîn û got: "Pêwîste em li ser riya şehîdan bimeşin û bi Newrozê yekitîya xwe ya Kurdistanê ava bikin û planê dagirkeran têk bibin. Newroza îsal bikin Newroza azadiya Kurdistan û azadîya Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan."
Hevserokê Giştî yê PÇDK Diyar Xerîb jî axaftinek kir û da zanîn ku gele kurd îsal bi pîrozbahiya Newrozê ya li her aliyê Kurdistanê bersivek xurt daye zilma dagirkeran û banga xurtkirina yekîtiya netewî kir.
Bernameya çandî a dewlemend
Piştî axaftinan pîrozbahî bi stran û helbestên hûnermendan berdevam kir. Di bernameya muzîkê de pêşî endamên Koma Muzîkê ya Xeneqîn Dilşad Caf û Rizgar Mihemed derketin ser dikê. Paşê jî Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîclê, Necmedîn Xulamî û Dilşad Hewlêrî bi dorê derketin ser dike û sitran gotin.
DÎHA/HEWLÊR