Wergêrê ciwan ê Kurd Mehdî Elewîferd ku bi temenê xwe 17 salî ye, ji bajarê Qûmê yê li derdora Tehrana Îranê ye lê bi eslê xwe Kurdê ji Xorasanê ye. Mehdî Elewîferd ji malbateke Kurdîhez e û li gel wergêriyê, helbestan jî dinivîse.
Mehdî Elewîferd ê ciwan tevî ku li Îranê tîpên Erebî tên bikaranîn, bi tîpên Latînî Kurmanciyê dinivîse û heta niha du pirtûkên ji bo zarokan, yên Mem Bawer ji Kurdî wergerandine bo Farsî. Her wiha di kovarên cûr bi cûr de helbestên wî bi mexlesa Mahdiyar Kurd tên weşandin.

Erf û adetên xwe parastine
Kurdên ku sedsala 16’emin de li Xoresana Îranê ji ber şerên di nav Osmanî û Sefewiyan de hatine bicihkirin, Xoresan ji xwe re kirine war û wargeh. Her çiqas ji welatê xwe Kurdistanê dûr jî bin ji roja ku li wir bi destê Sefewiyan ve hatine bicihkirin û heta îroj erf û adetên xwe parastine û bi zimanê xwe jiyane. Lê wek her Kurdî jî ew jî rastî asîmîlasyonê hatine û bi zimanên biyanî hatine perwerdekirin. Mehdî yê ku îroj 17 sali ye, li Îranê xwe hînî alfabeya Latînî kiriye û bi elaqeyeke mezin li ser Kurmancî dixebite. Me li ser rewşa Kurmancî ya li Xoresanê û li ser kesayeta Mehdî Elewîferd pê re kurtehevpeyvînek çêkir.

Tu dikarî hinekî xwe bidî naskirin? 
Ez Mehdî Elewîferd im. Sala 1999’an li bajarê Qûmê, li nêzî Tehranê, li Îranê hatime dinê. Em ji eşîra Şadiyan a Xorasanê ne. Niha li dibisatana amadeyî xwendekar im, û ev zêdetirî du salan e ku li ser edebiyata Kurdî dixebitim. Heta niha min gelek çîrok ji Kurdî wergerandine Farsî û hin jî ji Farsî wergerandine Kurdî. Heta niha du pirtûkên bo zarokan, yên Mem Bawer bi wergera min li Îranê hatine çapkirin. Ez bi gelek kovar û rojnameyên Kurdî û Farsî jî hevkar im. Çapemaniyên wekî Pênûsa Nû, Basnûçe, hin kovarên din… Ez helbestan jî bi zimanên Kurdî û Farsî dinivîsim. Ez mexlesa Mahdiyar Kurd bi kar tînim û ez bi vî navî têm naskirin. Helbest xebata min a nûjen e û helbestên min di kovara Xaniyi Xûban de li Îranê tên weşandin.

Kengî û çawa têkiliya te û Kurmanciyê çêbû?
Beriya bi du salan ez bi rêya xebatên dê û bavê xwe bi Kurmanciya nûjen elaqedar bûm û min fêm kir ku Kurdî zimanekî dewlemend e. Dema ku min dît zimanê Kurdî çiqasî kamil û bi rewş e, kêfa min hat û min dest bi hînbûna rêzimana Kurdî kir û ev xebat heta niha didome û her roj elaqeya min bi zimanê min ê dayikê re zêdetir dibe. Lewma min biryar daye ku zimanê Kurdî bo zanîngehê bixwînim.

Di nav Kurdên Xoresanê de nexasim jî di nav ciwanên wir de xwendin û nivîsandina bi Kurmancî di çi astê de ye?
Xwendin û nivîsîna Kurdiya Kurmancî li Xoresanê li asteke jêr e. Ji ber ku ev demeke dirêj e li Xorasanê alfabe û pirtûk û kovar tunebûn, lewma xelkê Xoresanê bi pirranî zimanê Kurdî yê nûjen yanî yê bi alfebeya Latînî baş nas nakin. Wekî din jî di bin bandora zimanê Farsî û Erebî de ne û bi alfebêya Latînî elaqedar nînin. Lê hinek ciwanên zimanhez jî hene ku bi başî zimanê Kurdî dixwînin û dinivîsin. Ez jî yek ji wan im. Hêvîdar im ku ez û hevalên din bi çalakiyeke mezin karibin zimanê Kurdî bi xelkê bidin naskirin.

Têkiliya te ya bi edebiyata zarokan re çawa dest pê kir û çima bi edebiyata zarokan re mijûl dibî?


Xebata min a nûjen li ser edebiyata mezinan e, para bêhtir helbestan dinivîsim. Lê li mala me, her kes li ser edebiyata zarokan dixebite. Bavê min, Yehya Elewîferd, dayika min, Benûşe Elewîferd û xwenga min, Meryem Elewîferd, hemû bi edebiyata zarokan mijûl in. Dema ku min dît ku edebiyata zarokan hewce bi xebatên zêdetir heye, min beşek ji dema xwe ji edebiyata zarokan re terxand kir. Da ku karibim ez jî alikariyekê li wê bikim. Niha jî Îlahîname ya Ferîduddîn Ettar dubarenivîsî dikim bi zimanê Kurdî.


Gelo tu edebiyata Kurdî ya derveyî Xoresanê dişopînî û kêfa te ji kîjan nivîskar, helbestvanên Kurd re tê?

Ez hin helbestvan û nivîskarên zarokan dinasim wekî Mem Bawer, Mehmûd Lewendî, Berfîn Ayşe Ogut û hwd. Lê ji mezinên Kurdan bêhtir Şêrko Bêkes, Cegerxwîn, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Baba Tahir, Konê Reş, Mehmed Uzun, Celadet Elî Bedirxan, Elî Paksêrêşt, û hwd. nas dikim. Min biryar daye ku helbestvan û nivîskarên dîtir yên Kurd jî nas bikim.

Çend rist ji helbestên Mehdî Elewîferd

Mêrê kurd û tifang û çiya
Aram mane
Neke agir di dilan de temiriye
Ku
Çiya ewqes bê deng e
Û
Tifang bê fişeng e
Û
Mêrê kurd filitî ji ceng e?

***
Min di nava cami de bangî kir ku:
Ma rizq gihîştin bi xwedê hêsan e
Bersiv da :
Bi xwedê, hêsan e

***
Gihîştime dawiya her eşqî
Min ciwanek dî ku pîr e
Ewqas ku ew azad e

Di azadiya xwe de hêsîr e

***

Li şopa min di nava avê de negere
Li şopa min di nava axê de negere
Heger biçî nava avê dixeniqî
Û
Heger biçî nava axê gerok dibî