Li Meşhedê tenê temenmezin di nava xwe de bi Kurmancî û bi zarokên xwe re jî bi Farisî gep dikin. Mirov dikarê bibejê ku heta 5 ta 10 salan Kurmancî bi temamî ji nava xelkê me yê vî bajarî wê rabe!

ŞOREŞ REŞÎ

Îsal, di betlaneya xwe ya havînê de çûbûm nava Kurdên li Xorasan, Mazenderan û Xalxalê. Hersê herêm jî li bakûrê Îranê ne. Li van herêman ji du mîlyonan zêdetir Kurd hene. Di nava xelkê me yê wir de zaravayên Kurmancî û Lekî/Lorî hene, lê giranî Kurmancî ye. Ew bû cara sisiyan ku diherime Xorasanê. Herî dawî beriya bi 16 salan çûbûm. Di ve nivîsê de ez ê wêneyekî ji rewşa civakê û zimanê Kurdî li Xorasanê binîm ber çavan.

Li Xorasan û Gîlanê zaravayên Kurmancî û Lekî tên axivîn. Lek ji hev bela wela ne û bi pirranî helîyane. Di nava Kurdan de jî bi gîştî Tat, Tirkman, Fars, Tirk, Talîş, Berberî û netewên din hatinê bicîhkirin. Armanc asîmîlekirin û parçekirina hêza Kurdan e. Li gorî wê yekê jî Kurd pirranî ne û ji % 80-85 jî bi Kurmancî diaxivin.

Li bajaran Kurdî namîne

Bajarê herî zedê Kurd lê ne, paytexta Ostana Xorasana bakûr Meşhed e; texmînî 500 hezar Kurd lê dimînin. Di çûna min a beriya vê de, Kurmancên li vî bajarî, di malên xwe de bi zimanê xwe deng dikirin. Lê îro rewş hatiyê guhertin, tenê temenmezin di nava xwe de bi Kurmancî û bi zarokên xwe re jî bi Farisî gep dikin. Mirov dikarê bibejê ku heta 5 ta 10 salan Kurmancî bi temamî ji nava xelkê me yê vî bajarî wê rabe! Li bajarên din jî tehlûkê bo ziman pirr zêde bûye.

Xisûsa ku mirov diêşînî, xelkê me yê li wir, ji wendabûna Kurmancî aciz nabe; qet nake xêm jî. Sedêma ve yekê jî ew e ku Kurd, ziman, welat û hikûmeta desthilatdar wek ya xwe dibînin, mezheb û dîroka hewbeş jî ve yekê hêsantir dike. Yên ku vê yekê ji xwe re dikin derd tenê çend rewşenbîr, nivîskar û welatparêzên têgihiştî ne. Ew jî bê derfet in. Pirtûk û helbestên ku ew dinivîsînin di nava xelkê de nayên belavkirin û nayên xwendin. Dema nayê xwendin ew jî neçar in ku bi Farisî binivîsin. Ji bo ku aborîya wan jî ne bi hêz e û nikarin di Kurmancî nivîsandine de israr bikin. Mînaka wê yekê ye herî berbiçav kovara ”Suweyda” ye. Bi pêşengîya rewşenbîr û şairê mezin Kawa Zêdî derdiket; hem bi Kurmancîya Latînî hem jî bi tîpên Aramî nivîs belav dikirin, lê niha nema derdikeve. Sedema ve yekê jî kêm xwendina kovarê, fînansa wê û zextên dewletê ne. Heger fînansa wê bihata kirin û xelk xwedî lê derketa, dikaribûn li hember hemî zextan jî li ber xwe bidana. Lê dema bar li ser kesên derfetên xwe kêm ma, ew naçar man ku rawestînin. Ji ber sedemên aborî, hinek rewşenbîr niha pirtûkên zarokan yê erzan çap dikin û hewl didin ku di nava xelkê de belav bikin.

Kurdistan bila xwedî li ciwanan derkeve

Li Xorasanê, rewşa bi min herî balkeş hatî jî ew e ku di nava rewşenbîr û xortên xwendekar de zedêbûna meraqa fêrbûna Kurmancîya Latînî ye. Gelek kes dixwazin bi Latînî binivîsînin û roj bi roj ew zedê dibin. Bawer dikim sedema ve yekê ya sereke jî ew e ku xort dixwazin bi şoreşa Kurd re bibin yek, bi Kurdên din re û bi cihana rojava re tekevin nava tekîlîyan. Herçiqas dewlet bi alavên cuda dixwaze pêşî li vê bigire jî xort paşêroja xwe di wir de dibînin. Dizanin ku tenê bi tîpên Aramî nivîsandin wan nagihîjînê cihêkî.

Berê li Xorasanê, mûzîkê ziman li ser piyan digirt. Lewra Kurdên wir ji muzîkê pirr hez dikin, hema hema di her malekê de hozanek û çend dûtar hene. Wê yekê ziman di astekê de digirt lê niha, bi qasî min şopandî, ew hezkirina muzîkê jî kêm bûye. Muzîk tenê li dawetan tê guhdarîkirin. Wekî din êdî cihê xwe ji mûzîka Farisî re dihelê. Di ve yekê de kêmasîya hozanên wir jî heye ku muzîkê nûjên nakin û di forma kevin de dewam dikin. Gereg ev bê guhertin. Ya dinê jî ji Bakur divê hinek destek bê dayîn, cureyên muzîkê mîna ya zarokan, govend, şoreşgerî û cureyên din bên belavkirin da ku muzîka Xorasanî ji qalibê kevin derkeve û civak dîsa lê vegere.

Di rewşa îro de mixabin ziman ber bi tinebûne ve dihere, ji bo ku bi temamî ji holê ranebe, gereg Kurdên derveyî herêmê bi birayên xwe yên li wir re bibin alîkar. Bi taybetî jî di warê derxistina kovarekê, çapkirina pirtûkên rewşenbîran û muzîkê de destê xwe dirêjî wan bikin.