Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li Xurmatûyê piştî teqîna bombeyeke li kêleka rê hatibû bicihkirin, li hemberî nuqteya kontrolê ya polîsan a li nêzî avahiya YNK'ê bi kamyoneke bombebarkirî êrîşek hat lidarxistin. Di teqînê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 115 kes jî birîndar bûn. Li gorî Buroya Çapemeniyê ya YNK'ê PUKMedia, di nava kesên jiyana xwe ji dest dayî de pêşmergeyên YNK´ê û Partiya Komunîst a Kurdistanê jî hene. Di 8'ê Hezîranê roja Yekşemê de di êrîşên bombeyê yên li dijî avahiya Asayîşê û buroya YNK'ê ya li Celewlayê de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Xaneqîn û Celewla ku bajarên Kurdan in ku hînê li ser wan li hev nehatiye kirin, ka ew ê di nava Herêma Kurdistanê de cihê xwe bigirn yan na.

 XURMATÛ