Endamê encumeniya navçeya Xurmatû ya parêzgeha Selahaddîn, Ehmed Nifûs têkildarî bûyerê ev agahî dan ajansa RojNewsê: “Li gorî agahiyên me, doh (pêr) bi şev li hemberî mala fermandarekî pêşmergeyan a nêzî çarrêyana Hemrîn, Goran Gewher, êrîşa bi narincûkan pêk hat. Piştî vê yekê di navbera hêzên pêşmerge û Heşdî Şeebî de şer qewimî.”
Ketin û derketina bajêr di bin kontrola pêşmerge de ye
Ehmed Nifûs, wekî din diyar kir ku niha ketin û derketina Xurmatû di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye û rê nadin hêzên Heşdî Şeebî bikevin Xurmatû.
Nifûs got, ew xwe amade dikin têkildarî bûyerê ji bo raya giştî daxuyaniyekê bidin, ger aliyê Tirkmen tevlî nebin jî, ew jî weke aliyê Kurd û Ereb wê daxuyaniyê bidin.
Gel li gel pêşmerge ye
Li gorî agahiyan, hêzên Heşd el-Şeebî ji taxa Rizgarî ya ku şer lê destpê kir, hatine derxistin. Şerê doh li herêma nexweşxaneya Xurmatû, avahiya PDK’ê ya navçeyê û Komîteya Partiyê ya YNK’ê lê, giran bûye. Hat ragihandin ku Hêzên Reş ên ser bi YNK’ê û gel li dijî Heşd El Şebî şer dikin.
Tê gotin, hêzên Heşd El Şeebî hewl didin ji navçeya Izemê hêzên xwe bigihîne Xurmatû, lê belê pêşmergyên ser bi Tûgaya 16. ên ji bo ewlekariyê dor li navçeyê girtine, nahêlin hêzên milîs derbasî navçeyê bibin.
Sedema şer çi ye?
Pêr bi şev li bajarê Xurmatû şer di navbera çend ciwanên Kurd û çekdarên Heşdî Şeebî de pêk hat û ji ber vê jî du çekdarên Heşdî Şeibî birîndar bûn û çekdarekî wan jî hat kuştin.
Destpêkê çekdarên Heşdî Şeebî teqînek li pişt mala payedarekî Pêşmerge yê bi navê Goran Gewher ku nêzîkî binkeyê Hemrîn a YNK’ê ye pêk anîn. Piştre jî bombeyek avêtin ber deriyê mala Goran Gewher û Zêrevanê li wê derê jî bersiv da û gule reşandin.
Girêdayî Nûrî Malîkî ne
Her wiha li gor agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, gruba şehîd Sedrî ya Heşdî Şeebî di vî şerî de cîh girt û ev grub rastûrast girêdayî Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ye û baskekî tund ê Heşdî Şeebî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN