Duh serê sibê çekdarên Heşd El Şebî li bajarokê Xurmatû yê ser bi parêzgeha Selahedîn du welatî revandin û welatiyek jî hat kuştin.

Berpirsê ragihandina Qaymeqamtiya bajarokê Xurmatû Mihemed Fayiq derbarê bûyerê de ji RojNews re axivî û ragihand ku çekdarên Heşd El Şebî li ser rêya giştî ya di navbera bajarokê Xurmatû li hember Kuleja bajarok du welatiyên Sune yên Ereb ber bi cihek ne diyar ve revandine. Fayiq ragihand ku li gorî agahiyên wan girtine hêzên çekdarên Heşd El Şebî welatiyek Sunî yê Ereb li taxa Eskerî ya bajarokê Xurmatû kuştine û kesên ku revandine jî piştî çend seatan dîsa hatine berdan. 


 XURMATÛ