HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS/XURMATÛ
Kêmbûna mamoste û pirtûkên xwendinê, nebûna şûna rûniştinê faktorên ku xwendina Kurdî li Xurmatû bi wan re rûbirû ye. Rêveberê Xwendina Kurdî ya Xurmatû diyar kir ku haya Wezareta Perwerdeyê ya Herêmê ji van pirsgirêkan heye, lê belê di vê mijarê de ti çareserî çênebûye.
Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê li navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahadîn di aliyê xizmetgûzarî û ewlekariyê de gelek pirsgirêkan rû da. Yek ji wan jî perwerdeya Kurdî ye.
Têkildarî mijarê berpirsiyar û rêveberên xwendina Kurdî axivîn.
Rêveberê Xwendingeha Kuran Hisên Zeynel Abdîn diyar kir ku pirsgirêka cih heye û got: “Di hinek polan de 49 xwendekar hene. Hinek xwendekar li ser blokan rûdinin. Her wiha ji ber kêmbûna pirtûkan heta niha jî gelek xwendekar bê pirtûk in.”
Hisên bi bîr xist ku eger ev pirsgirêkên têkildarî xwendina Kurdî çareser nebin, ne dûr e malbat zarokên xwe bişînin xwendina Erebî û got: “Ev jî ji bo xwendina Kurdî metirsî ye.”
Rêveberê Xwendina Kurdî ya Amadeyî Ferîdun Qadir jî anî ziman ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan gelek caran daxwaz ji hikûmetê kirine, lê hukûmeta herêmî û ya navendî jî bêdeng in.