
Li gundê Qelxanlu yê Xurmatûyê, di navbera hêzên Heşdî Şabî û komek xwebexşan de şer qewimî. Di şer de 4 endamên Heşdî Şabî hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.
Şerê li Xurmatûyê navbera hêzên Heşdî Şabî û komek herêmî ya çekdar, heta nîvê şevê dewam kir.
Ji xwebexşên gundê Qelxanluyê Hacî Zudî li ser şer got, “Piştî 5 saetan şerê navbera hinek ji xwebexşên navçeya Xurmatû û çekdarên Heşdî Şabî li gundê Qelxanlu de, çekdarên Heşdî Şebî vekişiyan. Di şer de 4 endamên Heşdî Şabî hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. Gund bi temamî di kontrola xwebeşxan de ye.”
Zenun Berzencî jî li ser rewşa gundiyên li gundê Mîl Nasir ê nêzî Qelxanluyê axivî û got, “Ji ber ku gundê Mîl Nasir gelekî nêzî gundê şer lê qewimiye, gundî çûne bajarokê Zane. Beşek ji gundiyan jî berê xwe dan quntarê çiyê. Rewşa gundiyan di tehlûkeyê de ye. Ev çend roj in hêzên Heşdî Şabî tên nêzî gundan. Hatin benda kontrolê ya Qelxanluyê û xerac ji wesaîtan kom kirin. Xwebexşên ku bi vê hisiyan, ev yek qebûl nekirin.”
ROJNEWS / KERKÛK