Helbestvan û nivîskar Thomas Stearns Eliot dibêje, "Tiştên we hilbijartin û biryarên we dayîn, berdêlên wan hûn ê bidin, ne yên ku aqil dayîn we." 

Mixabin van salên dawî serok û rêveberên Kurd, berevajiyê wê nêrîna T.S Eliot dikin. Hemû têkçûn û windakirinên xwe dikine sitûyê hinên din. Nizanin li xwe mikur werin û bibêjin, min ev rê hilbijart û biryar da. Nikarin bibêjin, tawanê min di vê kirinê de ev e û rexneya xwe nadin. Wer dizanin ku bibêjin, min şaşî kir û dinya dê li ser serê wan xirab bibe. 

Piştî ti şikestin û têkçûnan, qet xwe nêzikî rexnedanê nakin û qet nabêjin, ji ber biryara me ya şaş, ne amadebûnê me, me şikest xwar. Her li derve li sedemên sikestinê digerin û tawanbar her li derveyî wan e. 

Mînak; şikestina 1975´an tawanbar şahê Îranê û serokkomarê Cezayîrê bûn. Tawanbarê aşbetaliyê û bi deh hezaran şehîdên kurdan, şahê Îranê û serokkomara dewleta Cezayîr hate nîşandan. Kesî negot çima me ewqasî pişta xwe da Îranê yan hêzeke din. Rêveberiya wê rojê jî ti rexne li xwe negirtin beramberî gelê Kurdistanê. 

Dîsa piştî têkçûn û reva şahê Îranê, dewlata Îranê hilweşiya û rojhilatê Kurdistanê kete bin destê Kurdan. Li Îranê dewlet nemabû û rewşa yên ku îro dewleta Îranê bi rê ve dibin ji ya Kurdan gelekî ne çêtir bû. Ferqa ku di navbera wan û Kurdan de, ew xwedî plan û proje bûn. Li gorî plan û projeyên xwe, saziyên neteweyî û dewletbûnê çêkirin. Bi riya wan saziyan, hêdî hêdî hukimdariya xwe bi navê dewleta nû fireh kirin. 

Ji berdêla ku rêveberên Kurdan jî saziyên neteweyî ava bikin û bibin xwediyê walatê xwe, bi navê partî û hizbên xwe, şerê hev kirin. Hero bi dehan mirov ji hev dikuştin û hero hinek ji xaka walatê wan dikete bin hukimdariya dagirkeran. Piştî ku ew fersenda zêrîn ji destên Kurdan dane birin jî yek partî û hizba Kurdan li rojhilatê Kurdistanê rexneya xwe neda û ji gelê Kurdistanê nexwest ku lê negire. Sedema windakirinê bi rast û dûrûstî ne ji kadroyên xwe re gotin û ne ji wî gelê re gotin ku kirin ewqas tiştan ji dest bide. 

Îro jî sedema vê windakirina mezin a li başûrê Kurdistanê, ango rêveberiya herdu partiyên sereke, li sedemên rastî nagere. Yek ji wan nabêje, piştî têkçûn û şikestina Sedam Husên fersendeke zêrîn kete destê me. Lê me ev fersenda zêrîn weke pêwîst bi kar neanî. Heke herdu partiyan (YNK û PDK) li wê serdemê plan û projeyên dewletbûnê hebûna, û saziyên neteweyî dabûna pêş, Kurd dê bi ser ketana û bigihiştana armanca xwe ya sedên salan. Lê mixabin ne wê serdemê û ne jî piştre yek ji wan neket nav hewildaneke neteweyî. Bi gotinan niştiman, netewe û dewleta Kurdan ji ser zimanê wan kêm nedibû. Di kirinê de jî ji bo yekîtiya neteweyî pêk neyê çi pêwîst bû, ew dikirin. Li van bîst û şeş salên hukimdariyê li başûrê Kurdistanê, ne saziyeke neteweyî hate avakirin û ne jî ji bo bibin dewlet plan û projeyeke wan hebû. 

Ti welatê ku du artêşên wan, du teşkîlatên polîsan, du teşkîlatên parastinê û du îdareyên rêvebirinê li wan heyî, nebûye dewlet. Vêca, li başûrê Kurdistanê ne du artêş tenê hebûn, her fermandarê eskerî xwedî artêşeke serbixwe bû. Tê gotin ku fermana tebaxa 2014´an a ji Şengalê vekişînê, fermandarê wê herêmê da. Ya ji derdorên Musilê bi paş ve vekişandinê, fermandarê wê herêmê daye. Bi paş ve vekişandina nû ya ji Kerkûkê û navçeyên wê jî fermandarê wê herêmê daye. Heke ev rast bin, çawa mirov dikare bibêje ku em gihiştine pila dewletê ava bikin? Lê heke ev ne rast bin, çima rêveberên başûrê Kurdistan nabêjin, em tawanbar in? Çima li sûcên xwe mikur nayên? 

Rêveberên başûrê Kurdistanê, piştî vê têkçûnê dîsa hin kesan tawanbar dikin û xwe ji nava meselê derdixin. Kes sûc nagire ser xwe û hemû xwe pîr û pak didin nîşan. 

Li şer hêzên eskerî dikarin derbên giran bixwin û vekişin. Hêza dijber dikare ji hêza wan pirrtir be û derbên giran ji neyarên xwe bixwe. Ev ne şerm e û ne jî tawanbarî ye. 

Lê ji bo rêvebiriyeke siyasî û hêzeke eskerî şerma herî mezin ew e ku şervan berî gel birevin û gelê divê biparêzin, ji neyaran re bihêlin. Rêveberiya başûrê Kurdistanê ji xwe re kiriye adet ku berî gel bireve û gel ji merhemeta dijminan re bihêle. 

Ji dîroka kevin heta ya nû, ti caran, ti rêveberên Kurdan biqasî rêveberên van salên dawî yên başûrê Kurdistanê, nehatine biçûkxistin. Ewqasî li ber çavên hemû cîhanê ev çendî nehatibûn perçiqandin. Kirinên dagirkeran yên hovane her û her hebûn. Lê serok û rêveberên Kurdan li ber sêdaran jî mafdariya doza xwe û bi serbilindî mafên gelê xwe diparastin. Li hemberî hovan sekna birûmet, têkoşîn û berxwedana wan ya bi rûmet hebû. 

Sed carî mixabin, serok û rêveberên başûrê Kurdistanê li pêşberî neyarê xwe, gelekî xwe biçûk xistin. Bi biçûkxistina xwe re li Kerkukê dilê Kurdistanê winda kirin û li Şengalê jî ruhê neteweyî êşandin.