Her mirov bi awayekî tê dinyayê. Hatin jî bi destê mirov nîne. Çawa Omer Xeyam bi awayekî dibêje, ne hatin û ne jî çûyîn bi destê mirov nîne. Bêguman ji vê gilî û gazin nabin. Lê piştî ku mirov çêbû heta qonaxekê qet ne bi destê xwe ye û dibe ku ev rewşa “ne bi destê xwe” wer dewam bike. Lê di çarçoveya rêzik û pîvanên giştî de mirov li hin qonaxên temenê xwe dibe xwedî vîn û dikare bandorê li hin şert û mercên jiyana xwe bike. Bêguman em vê di çarçoveya têgihiştineke civakî û têgihiştina mirovî de dibêjin.
Îca li ser vî qaîdeyê giştî, ez dixwazim di çarçoveya rewşeke me ya civakî û ferdî de bi babetekê dakevim û hewl bidim hinekî ji hev derxim, veçirînim. Babeta me ya rojane xwe li nava çavê me dixe û tiliya xwe di çavê me re radike, babeta ziman e. Ji bo civakan bi giştî mijara ziman girîng e, lê nexasim ji bo Kurdan mijareke manûnemanê ye. Ji ber bêîmkaniyên dewletdariyê ango kêmbûn an jî tinebûna sazî û dezgehên civakî, em li dora hev dizîvir in, gotinan ji hev re dibêjin, dilê hev dihêlin, hev bêtaqet dikin û li cihê xwe rûdinin. Bêguman çare ew e, em weke kom û civak xwe bi sazî û dezgeh bikin. Lê ez dixwazim hinekî jî di çarçoveya ferdî de li meseleyê temaşe bikim û hinek rewşên li ser mitale dikim ji we re jî bibêjim.
Weke min di destpêkê de gotî, em bi destê xwe nayên vê dinyayê û heta qonaxekê jî em dîsa bi destê xwe nînin û dibe ku ev rewş heta bi mirinê jî dewam bike. Ji ber ku dema hûn bi xwe nehesin û nikaribin bi destê xwe bin, dibe ku ev rewş heta qonaxa weke mirin tê binavkirin jî dewam bike. Jê pê ve jî em nizanin.
Kesek dema weke Kurd tê dinyayê ev bi destê wî/wê nîne. Paşê ji dê û bavê xwe, dewrûbera xwe hinek tiştan hîn dibe û hinek tiştan jî hîn nabe. Em dema di çarçoveya ziman de li meseleyê binêrin; em ê bibêjin, ji dê û bavê xwe, yan jî derdora xwe Kurdî hîn dibe. Ev bi giştî bi vî rengî ye. Lê pişt re kes dikare bi vî zimanê hîn bûye, bi xwe, bi vîna xwe gaveke pêştir biavêje û bi vî zimanî binivîse, bixwîne û heta berhemên giranbuha biafirîne. Kesek jî dikare li sazî û dezgehan hînî xwendin û nivîsandinê bibe, lê ew jî dikare jê wêdetir biçe, ew jî bi dehan an jî sedan kesî perwerde bike û bigihîne. Kurtûkurmancî, kes dikare li xwe zêde bike. Yanî ji ya xwe ya heyî bibihure. Mirov dikare vê rewşê weke biîradebûnê pênase bike.
Eger hûn heta vir bi min re bin, niha em dikarin rewşa me ya civakî bi kurtî analîz bikin. Niha li cem me Kurdan, kesekî ji dê û bavê xwe hînî Kurdî bûye, kesê ji dê û bavê xwe hînî Kurdî nebûyî, gunehbar dike, çima tu bi Kurdî napeyivî. Bi heman awayî kesê xwende jî dikare kesê dikare biaxive gunehbar bike, çima nikare bi Kurdî binivîse û bixwîne. Kesên dikarin binivîsin û bixwînin jî dikarin hev gunehbar bikin, çima nikarin berhemên qenc çêkin. Hevdu gunehbarkirin rê û rêbazeke baş nîne, û serketî jî nîne ango encamgîr nîne. Ji lewra, divê em li ser rê û rêbazên sûdewar bifikirin. Bêguman em dikarin hêviyê ji hev bikin û qenciya hev bixwazin. Ev erkeke me ya mirovî û civakî ye. Lê çawa ku ez gelek caran dibêjim, dîsa ez bibêjim, mirovê ehlê aqil ew kes e, bi kar û zirara xwe dizane.
Niha endamên civaka me hene, dê û bavê wan ew ji Kurdî mehrûm hiştine yan jî ji wan nehatiye wan fêr bikin. Divê em xweş bikin an jî îmkanan çêkin ji bo ew jî hînî Kurdî bibin. Yên bi Kurdî jî dikarin biaxivin, divê xwe hînî nivîsandin û xwendinê bikin. Yên xwendin û nivîsandina wan jî heye, divê bibin xwedî berhem û heta ne tenê berhem, divê bibin xwedî berhemên bi naverok û giranbuha. Ji bo vê pêdiviya civakî û insanî divê her kes li rexneyê vekirî be da ku karibe li xwe zêde bike.