Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atînayê, wê Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê di salvegera 18. de protesto bikin. Di vê çarçoveyê de, Meclîsa Gel a Yewnanîstanê hin çalakî plan kir.
Di vê salvegerê de wê meşa dirêj a sê rojan, panelek bi beşdariyeke berfireh û çalakiya girseyî ya li ber Sefaretxaneya Tirk were lidarxistin. Meclîsa Gel der barê plansaziya çalakiyan de daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li gorî vê yekê, wê meşa 3 rojan di 12'ê Sibatê de li bajarokê Lavrîon ê Yewnanîstanê dest pê bike. Çalakger wê li hemû bajar, navçe û bajarokên jê derbas bibin, bi rayedaran re hevdîtinê bikin û li ser rewşa Ocalan agahiyê bidin.
Banga tevlîbûnê
Roja 14'e Sibatê jî wê panelek bê lidarxistin û hiqûqnas û siyasetmedarên Kurdistanî û Yewnanîstanî beşdar bibin. Tevî gelek parlamenter û şexsiyetan, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Tirkiyeyê û Yewnanîstanê, her wiha parlamenterên HDP'ê jî hatin vexwendin.
Di roja dawî ya çalakiyan de, roja 15'ê Sibatê wê meşek ber bi parlamentê ve bê lidarxistin û girseya gel wê piştre berê xwe bide Sefaretxaneya Bilind a Tirk.
Meclîsa Gelê Kurd a li Yewnanîstanê bang li Kurdistaniyan kir ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyan bibin.
ATÎNA