SÎPAH FERHAD / FIRAT ARARAT / ANF/ZAGROS
Gerîlayên HPG û YJA STARê li Zagrosan Cejna Vejînê ya 27’ê Mijdarê bi coşeke mezin pîroz kir. Di pîrozbahiyê de ku bi sedan gerîla lê amade bûn, yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt, fermandarên HPG û YJA STARê Seyîdxan Dersim, Pelşîn Koçgirî, Egîd Kelar û Axîn Ararat hazir bûn.
Endamê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt deme merasîmê civînek kir û bal kişand ser van mijaran: PKK beriya niha bi 40 salan di şertên dijwar de, dema ku gelê Kurd bi temamî dihate tinekirin, hate avakirin. PKK îro ne tenê li Kurdistanê, li herêma Rojhilata Navîn jî yek ji hêzên sereke ye. Niha hemû cîhan Kurdan mîna hêzê dibîne.
Amed Malazgirt balkişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got, “Dewleta Tirk çawa ku bi hemû derfetên xwe şer bi teknîkê rê ve dibe, em ê jî vê teknîkê bi kar bînin. Me gava vê avêt, hêdî hêdî em ê vê geş bikin. Me 40 salên têr û tije, bi lehengiyê tije li pey xwe hiştin. Dîrok, ji niha û şûn ve li ser xeta têkoşînê ya Rêber Apo, wê şahidî li dastanên mezin bike. Dîrok wê vê şanî û dost û dijminan bide.”