Dengbêjî ango hostatiya vegotinê zimanê Kurdî bi hezaran salan e ku ji pişaftinê ji tunebûnê parastiye. Bi pêşketina vêdîtinên teknolojîk ev çanda qedîm di bin siya modernîzmê de dimîne lê belê cih hene ku modernîzma kapîtalîst heta niha nikaribûye konê xwe biçe û li wir vede.
Çiyayên azad ên Kurdistanê ku tu emanê nedaye dijminên jiyanê ku bikevê malovanî ligel jiyaneke nû li çanda qedîm dengbêjiyê jî vekiriye. Çîroka dengbêj gerîla Rêzan Birîndar ji Serhedê dest pê dike û ber bi Zagrosê ve dirêj dibe, ligel şervantiyê, hewl dide li çiyayên Kurdistanê bi stranên xwe bibe dengê azadiyê. Bi qasî gerîlatiyê ji muzîkê jî hez dike.

Çîroka gerîlayê dengbêj Rêzan 

Çîroka gerîla Rêzan ji navçeya Çildêran a Makoya rojhilatê Kurdistanê dest pê dike. Rêzan dibêje “Çildêranên Rojhilat-Bakur hene” û diyar dike sînor Çildêranê parçe kiriye û xelkê her du Çildêranan xizmên hev in. Piraniya xizmên wî li bajarên Serhedê belav bûne, heta hinek ji wana çûne Qazakistanê jî. Navê eşîreta wan Delayî Mîlan e, lê belê wekî eşîreta Celaliyan tê nasîn.
Rêzan ji du xwişk û 9 birayan birayê herî biçûk e. Rêzan beriya ku tevli refên gerîlayan bibe karê ajokariyê dikir. Dema gerîla diçin mala wan a li Serhedê PKK’ê nas dike. Di dema komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên tunekirina Kurdan û li hemberî zextên dewleta Îranê yên li ser Kurdan ew û du pismanên xwe tevli refên gerîlayan bibe.

Arşîva êş û kulan 

Dema pismanê wî Birîndar jiyana xwe ji dest dide, Rêzan paşnavê xwe dike Birîndar.
Eleqederiya Rêzan a ji bo muzîkê ji malbata wî tê. Kekê wî yê mezin dengbêj e. Ew û birayê xwe diçûn ser dawetan û stran digotin. Rêzan diyar dike ku ew ji kekê xwe pir bandor bûye û wiha dibêje; “Serhed yek ji wan cihan e ku gelek êşan bi Kurdan daye kişandin e. Dema dibêjin Serhed dengbêjî tê bîra mirov. Dengbêj wekî arşîva êş, çîrok, dîrok û hêviyan e.”
Dema Rêzan nû tevli gerîla dibe bi dengê xwe yê xweş û zelal bala hevalên xwe dikişîne. Di sala 2001’an de digirin Dibistana Çand û Hunerê ya Şehîd Sefqan. Bi xêra vê yekê nota û estrumenan nas dike. Heta xwendin û nivîsandinê jî di vê dibistanê de hîn dibe. Piştî ligel Awazên Çiya dest bi xebatê dike. Di nava komê de bi dengbêjiya xwe derdikeve pêş û heta di 2008’an di Awazên Çiya de dixebite. Rêzan diyar dike ku şertên gerîlatiyê zor bin jî îlhamê didin wî û diyar dike ku carna ew nikare bala xwe bide ser muzîkê û dibêje: “Mînak dema em hevalekî xwe winda dikin, ji min re pir giran tê û nikarim binivîsim. Lê piraniya caran dema ez aciz an jî kêfxweş bim besteyan dinivîsim.”

Di gerîlatiyê de çêja muzîkê 
Gerîla yê dengbêj Rêzan Birîdar diyar dike ku ligel gerîlatiyê tehma muzîkê pir xweştir dibe û dibêje “Carna robarek keyfxweş, carna jî çiyayên bi heybet, kulîlk, dar û her tişt îlhamê dide min. Aliyek ê gerîlatiyê jî huner e.” Li çiyayên ku tu artêş heta ku gerîla riya ketinê nedê nikare têkevê modernîzm jî bi qirêjiyên xwe nikaribûye wan bi lewitîne. Li van çiyayên ku ji destpêka mirovahiyê heta niha bûne mînakên paqijî û azadiyê hembêza xwe ji gerîlayên azadiyê û muzîka azad jî vekiriye. Lê car caran jî bûne cihên xemginiyê. Rêzan diyar dike ku wî gelek hevalên xwe yên hêja, di bahozan de, di çeperan de winda kiriye û dibêje ger rojek fersend bibe ew ê ji bo her yek ji wan besteyek binivîse. Rêzan wiha diaxive; “Ew bê hesap ketin ser rê. Her wiha divê em wan bikin nemir, ev jî peywira me ye.”


DEMHAT TOLHILDAN - ANF- BEHDÎNAN