Li Zanîngeha Cenevreyê ji bo dersa Kurdî serdema duyem duşema pêşiya me dest pê dike. Mamosteyê dersê Yeqîn H. ye.

Dersê piştî çend salan carekê din di 1ʼê Mijdara 2019ʼan de dest pê kiribû. Niha hefteyê carekê roja duşemê du saatan dikişîne. Ders li ser gramer, rastnivîs, xwendin û nivîsandina Kurmanciyê ye.

Serdem a yekê 12 şagirtê dersê hebûn. Yeqîn H. hêvî dike ku şagirt zêde bibin û pola duyem jî vebe.

Yeqîn H. xelkê Merdînê ye û sertîfîkaya mamostetiyê ji Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê wergirtiye. Ew bi xwe nivîskar û stranbêj e. Du pirtûk û du albûmên wî derçûne.

Komeleya Xwendekarên Kurd ya Cenevreyê dersê organîze dike û zanîngeh jî salonê dide. Yeqîn H. dibêje, “Komeleya Xwendekaran got, em wek xwendekarên Kurd dersê Kurdî bibînin. Tu dikarî dersê bidî. Paşê komeleyê ji zanîngehê cîh xwest. Daxwaz qebûl bû û dersê dest pê kir.

CENEVRE