Saziya Kredî û Wargeha Xwendekaran (KYK), anketên xwe yên korsanî yên bê îmze, dixwaze bi gefên ‘Em dê we ji wargehê bavêjin û cezayê pereyan bibirin’ bi xwendekaran amade kir. Piştî Zanîngeha Selçûka Konyayê anket pêk anî, niha jî li Zanîngeha Dîcleyê heman anket tê amakerin û xwendekar rastî pêkutiyên rayedaran tên. Di anketên bêyî destûr de li gel jiyana taybet a xwendekaran, rewşa aborî ya malbatên wan, her wiha di beşa ji bo xwendekarên jin de jî pirsên ecêb têne kirin. Beşa dawî ya anketa ku mîna ‘temenê navbera 15 û 55’an hatiye binavkirin, tenê ji bo xwendekarên jin hatiye amadekirin û pirsên mîna “Heya niha çend têkiliyên we yên zayendî çêbûne”, “We qet zarokên zindî anîne cîhanê û “Ji sala 2005’an û vir ve, bila niha zindî an mirî qet zarokên zindî anîne dinê” tên kirin. Xwendekarên jin ku van pirsên zayendî û taybet bê bersiv hiştin jî, bi 500 TL cezayê dîsîplînê re rû bi rû man.

‘Ew xabatên cemaatî ne'
Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Beşa Endezyariya Avahiyan û endama Komeleya Ciwanên Sosyalîst Rojda Varhan, diyar kir ku pirsên yekem ên anketê, nasnameya xwendekaran deşîfre dike, pirsên din jî nêrîn û daxwazên xwendekaran a derfetên wan ên xebatê û daxwaza wan a xebateke çawa dike mijara lêpirsînê. Varhan, da zanîn ku bi vî rengî hêzên ku vê anketê amade kirine, derbarê pêşeroj û paşeroja xwendekaran de dibe xwedî perspektîfekê. Varhan, anî ziman ku ji wan re diyar nekirine ka ev anket ji aliyê kê ve hatiye amadekirin û tê daxwazkirin û wiha axivî: “Li ser îsrara xwendekaran jî, erkdarên wargehê Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUİK) mîna adres nîşan dane. Em bawer dikin li gor bersivan dê li ser xwendekaran pîlanan çê bikin. Ev xebatên kadroyî yên cemaatî ne.”

‘Anket hîn kûrtir e'

Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Beşa Huqûqê Kubra Gunduz jî da zanîn ku ew li Wargeha Xwendekaran a Ziya Gokalp dimîne û bi van pirsên taybet ên ji bi jinan jî, dixwazin jinan mîna namûsa mêran û di bin bindestiya wan de bihêlin û ev pirsên zayendî, dê sibe mîna çekekê li dijî jinan bê bikaranîn. Gunduz, destnîşan kir ku armanca vê anketê hîn berfirehtir û kûrtir e. Gunduz, bilêv kir ku ev yek weke mobeseyên nav zaningehê ye dê armancê vê yekê jî li ser laş û mejiyê jinê kontroleke dewletî ye. Egîtîm Sen jî têkildarî mijarê daxuyani bide çapemeniyê û dê dest bi çalakiyan bike.

AMED-DÎHA