
Li gorî agahiyên ku bi dest ketine artêşa Îranê li qada Kotaman a bi ser herêma Zelê ve, li nêzî Kanî Tûyê êrîş kirine. Hate ragihandin di şerê ku çekên giran bikar anîne de gerîlayan artêşa Îranê dane sekinandin. Tê ragihandin ku şer hê jî didome. Hê kîtekîtên şer bi dest neketine.
Artêşa Îranê di 16’ê Tîrmehê de dest bi êrîşan kiribû û heta niha tim di heman xetê de din ava liv û tevgerê de ye. Du hefteyên pêşîn şerên dijwar derketibûn, 3 jê general 10 serbazên payebilind û nêzî 300 pasdaran hatibûn kuştin. Di êrîşên Îranê de li Hecî Umran û Sîdekanê yek jê zarok 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û li gorî çavkaniyên hukimetê 35 gundan zirar dîtibûn, bi sedan gund jî neçarî koçkirinê mabûn.
ANF/QENDÎL
Leşker li mizgef û dibistanan bi cih bûn
Leşkerên Îranê ku di çerçoveya amadekariya operasyona bejayî ya li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê de sewqî herêma sînor hatin kirin, li mizgeft û dibistanan bi cih bûn û kozik danîn. Gundiyên ku çûn nimêja înê, bi gotina "Ji niha û şûnde neyên mizgeftan êdî dê leşker lê bimînin" hatin hişyarkirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku gundên girêdayî Pîranşehîr û Serdest yên Urmiyeyê bi minasebeta Înê çûne mizgeftan û rastî hişyariya leşkeran hatine. Gundiyan anîn ziman ku leşkeran ew bi gotina "Ji niha û şûnde neyên mizgeftan êdî dê leşker lê bimînin" hişyar kirine û xwestine neçin mizgeft û dibistanan. Welatian, anîn ziman ku dê Spahi Pastaran (leşker) û Besic (milis) li mizgeft û dibistanan bimînin. Gundiyan anîn ziman ku leşkeran diyar kir ku dê di 5'ê Îlonê de li dijî herêma Federal a Kurdisatnê poerasyona bejayî bê destpêkirin. Hate zanîn ku sewqîyata leşkerî ber bi gundên Dolatû ya Serdeştê ve didome.
DÎHA/HEWLÊR
HPG: Li Dêrsimê 5 leşker hatin kuştin
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê derbarê çalakiyê de ev agahî da: “Di 26’ê Tebaxê de li Dersimê di navbera navçeyên Çemişgezek û Xozatê li dijî Malaxwedê û Derekoyu, cihên stratejîk ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye girtin. Di 30’ê Tebaxê de li dijî leşkerên dijmin ên ji qereqola Amutka derketine ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 5 leşker hatiye kuştin, 4 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa Tirk bi helîkopterên kobra herêma Anuklu hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Operasyona li herêmê di 31’ê Tebaxê de bêencam paş de zîviriye. “
BEHDÎNAN