
Xwendekar û mamosteyên Peymangeha Şehîd Jiyan bal kişand ser perwerdeyê û asta tevlibûna xwendekaran a li peymangehê. Ji rêveberiya peymangehê Eyhan Yûnis diyar kir ku sala 2016’an xwendekar bi coş û moral beşdarî peymangehê bûne û got: “Pêwîstiya me bi mamosteyan hebû da ku em bikarin dibistanên seretayî dagirin. Destpêkê 47 xwendekar li peymangehê hatin perwerdekirin. Ji sedî 90´ê jinên xwendekar tevlî bûn û ji bo mamostetiyê hatin perwerdekirin. Jinan di perwerdeyê de cihekî sereke girtiye.”
Ji 100 mamosteyî bûn 2 hezar
Eyhanê da zanîn ku di peymangehê de beşa Erebî û Kurdî heye û got: “Piranî li dibistanên wê heremê beşên Erebî tên dayîn, ji bo wê jî 75 xwendekarên Ereb li akademiyê perwerdeya beşan dîtin û li wan dibistanan hatin belavkirin. Niha jî 87 xwendekarên Kurd ku piraniya wan jin in, lê perwerde dibin. Çar mehên destpêkê perwerdeya bîrdozî û ziman tê dayîn. Me li Kantona Cizîrê bi sed mamosteyan dest pê kir, îro hejmara mamosteyan bûye 2 hezar. Zehmetiya ku herî zêde me kişand ew bû ku pisporên di ziman û branşan de pirr kêm bûn.”
Me zimanê xwe ji bîr kiribû
Xwendekar Nûrcan Til Temir jî diyar kir ku beriya beşdarî peymangehê bibe, wê zimanê xwe jid est dabû û got: “Beriya em beşdarî peymangehê bibin, me zimanê xwe winda kiribû, ji bo wê me xwest em xwe perwerde bikin da ku em bikarin siberojê zarokan jî baş perwerde bikin.” Meryem Ehmed jî got: “Ez wek jineke ciwan bi armanca ku zarokên siberojê perwerde bikim, beşdarî peymangeha Şehîd Jiyan bûme di şoreşê de gelek ciwan çûn eniya şer û canê xwe feda kir, em jî dixwazin bi rêya perwerdeyê nifşekî zana ava bikin.”
ŞÛJIN / TIL TEMIR