Komeleya Malbatên Girtî û Hukimxwaran TUAY-DER’ê diyar kir ku li girtîgehan rîsk mezin e û xwest girtî hemû ji guhertina qanûnî sûdê bigirin.

Ji ber ku li zindanan têra xwe tevdîr nayên girtin TUAY-DER’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û pirsî: “Di rewşekê de ku zehmet e mirov li derve li dijî vîrûsê li ber xwe bide, gelo yên li girtîgehan çiqasî dikarin xwe jê vegirin?”

TUAY-DER’ê ragihand ku Wezareta Tenduristiyê ya dewleta Tirk têra xwe agahiyan der barê girtiyan de nade û da zanîn ku malbat di nava fikaran de ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li gelek girtîgehan pîvanên hîjyenê bi cih nayên anîn, dezenfekte nehatiye kirin, dema derketina hewşê û malzemeyên paqijiyê kêm in.

TUAY-DER’ê bal kişand ser pêşnûme qanûna nû ku girtiyên siyasî nikarin sûdê jê werbigirin û destnîşan kir ku ev yek li dijî pîvana wekheviyê ya Destûra Bingehîn e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi navê TUAY-DER’ê em li ber vê cihêkariyê radibin. Em bang li Wezareta Edaletê dikin ku cihêkariyê nexe navbera mehkûman. Divê girtî hemû karibin sûdê ji qanûnê werbigirin. Mehkûmên girtî jî bêyî li benda guhertina qanûnê bimînin divê tavilê bên berdan.”

 

ANF/AMED