Piştî darbeya eskerî ya 1980´yî li Tirkiyeyê, li Zindana Diyarbekirê ya hejmar 5 hovîtiyeke mezin da der û li dijî girtiyên ji doza PKK´ê li ber xwe da. Filma ku behsa vê berxwedanê dike ya bi navê “14´ê Tîrmehê” li bajarê Elmanyayê Frankfurtê hat nîşandan. Weke cihê nîşandanê jî kevne-girtîgeha Klappferfeldê ya polîsan a li nava bajêr ku wextekî girtiyên ji dozên siyasî li dihatin girtin, hat neqandin. Li avahiya ku ji bo hin çalakiyan tê bikaranîn, mirov di ber hucreyên kevne-girtîgehê re dibihure ji bo ku bigihîje hola nîşandana filmê.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) nîşandana filmê organîze kir û li ser navê YXK´ê beriya nîşandana filmê axaftinek hat kirin. YXK´ê bi bîr xist ku li heps û zindanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zilm û êşkence hîna jî dewam dikin.

 

FRANKFURT