Girtiyê siyasî yê Kurd Qadir Mehemedzade yê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiye li dijî kiryarên ne mirovane, ji 16’ê Hezîranê ve dest bi greva birçîbûnê kiriye. Her wiha Saziya Efûyê ya Navneteweyî di 15’ê Hezîranê de li ser rewşa Zeynep Celaliyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dermannekirina Celaliyan tê wateya êşkenceyê.
Li gorî agahiyên Ajansa Hêrana ya Farisî, girtiyê Kurd ê siyasî Qadir Mehemedzade yê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê ji 16’ê Hezîranê ve ji bo derbasî beşa girtiyên siyasî bibe ketiye çalakiya greva birçîbûnê.
Li gorî destûra Îranê mafê girtî heye ku daxwazekî wiha bike. Lê rêveberiya girtîgehê ji bo zextan li girtiyan bikin di nava girtiyên metirsîdar de dihêlin, vê biryarê nas nakin. Girtiyê Kurd ê siyasî Mehemedzade ji roja çalakiyê ve di hucreya yekkesî de tê ragirtin.
Di warê tenduristî û derûnî de Mehemedzade êşê dikişîne û çalakiyê di hucreya yekkesî de didomîne. Lewre metirsî li ser jiyana wî heye.
20 sal cezayê girtîgehê
Qadir Mehemedzade di sala 2005’an de bi îdîaya ku piştgirî daye yek ji partiyên Kurdî hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî ku ev biryra ji aliyê dadgehê ve hate rakirin, cezayê darvekirinê bi 20 sal cezayê girtîgehê guherandin.
Dermankirina Zeynep Celaliyan tê astengkirin
Saziya Efûyê ya Navneteweyî di 15’ê Hezîranê de li ser rewşa Zeynep Celaliyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dermannekirina Celaliyan tê wateya êşkenceyê.
Di daxuyaniya Saziya Efûyê ya Navneteweyî de hat diyarkirin:“Ji bo ku Zeynep Celaliyan neçe saziya tendirustiyê û nexweşxaneyê rayedarên Îranê astengiyan çêdikin û êşkenceyê dikin. Zeynep Celaliyan di zindana Xoyê ya Ûrmiyeyê de ye û rewşa wê ya tendirustî ber bi xerabiyê ve diçe. Celaliyan nexweşiyên wê yên giran hene û destûr nayê dayîn ku were dermankirin. Xebatkarên tendirustiya zindana Xoyê diyar kirine ku, ji bo îltîhaba giran a di dev û diranê wê de divê sewqî nexweşxaneyeke derveyî girtîgehê were kirin lê rêveberiya girtîgehê ev daxwaz red kiriye.”
NAVENDA NÛÇEYAN