DÎCLE EHMED/ZANA SEYDÎ / ANHA/KOBANÊ
Serpêhatiya Ehmed Welî (42) serpêhatiya bi sedan welatiyên di zindanên li Tirkiyê de ye. Ehmed ji bo debara xwe bike berê xwe da Tirkiyê. Piştî wê serê wî her ket derd û belayê. Wekî bi sedan welatiyên Sûriyê yên ku di girtîgehên Tirkiyê de, ew jî li xurbetê di girtîgehê de ye. Dewleta Tirk bi îdiayên ecêb Ehmed Welî girtiye. Dibêje, bi rêbazên neyasayî û terorê derbasî welêt bûye.
Serpêhatiya Ehmed Welî li gundê Carqilî yê rojavayê bajarê Kobanê yê nêzî sînorê Tirkiyê dest pê dike. Ehmed beriya 4 salan ji bo debara her 7 zarokên xwe di sînorê Sûriye-Tirkiyê re derbasî Tirkiyê bû.
Êşkence li wan kirine
Ehmed gelek kesên Kurd û Ereb ên ji Sûriyê di girtîgehê de dîtine. Di dema şerê Efrînê de gelek êşkence li wan kirine û bi vî awayî heyfa eskerên Tirk ên kuştî ji wan hilanîne.
Bendewarê kurê xwe diya Ehmed dibêje: “Ez gelekî bendewarê kurê xwe mam û beriya hefteyekê çavên min li kurê min ketin û hêsir ji çavên min herikîn.”