Bi hezaran welatî ku zêdehî jin û ciwan bi malbatkî serê sibê hatin qada mîhrîcanê û amadekariyên xwe kirin. Beriya bername dest pê bike bi hezaran welatî li ber stranên şoreşgerî bi saetan goveng gerandin.
Ligel bi hezaran kesên ku bi şal û şepik, kiras û fîstanên xwe beşdarî mîhrîcanê bûn, hevşaredarên Çel û Colemêrgê, Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêvebirên HDP û DBP û endamên saziyên sivîl ên civakî beşdarî mîhrîcanê bûn.
Qada mîhrîcanê bi alên kesk, sor û zer hatin xemilandin û alên KCK’ê PKK’ê û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li cihên bilind hatin daliqandin. Di platformê de jî posterêk mezin ê Ocalan û pankarta “Êdî bes e, ji Rêber Apo re azadî” hat daliqandin. Di mihrîcanê de wêneyên kesên li Kobanê, Şengal û Rojava jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin û dirûşmeyên “Bijî serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.
Li qada mihrîcanê şaredariyê ji bo welatiyên ku ji bajarên wek Wan û Şirnexê hatin du konên mezin hatin vekirin. Her wiha li qadê konê ku tê de cilên kurdewar, amûrên çandiniyê hene jî hat vekirin û kon ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin hat.
Bername bi srûda “Ey Reqîip” û rêzgirtinê dest pê kir û bi hezaran welatiyan dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Hevşaredara Çelê Hîlal Dûman axaftina vekirinê kir û diyar kir ku serkeftina HDP’ê ya 7’ê hezîranê coşeke mezin da wan û li ser giringiya festîvalê sekinî. Welatiyên ku li ber govandê westiyan êvarê jî ji ber hewaya sar agir pêxistin û stranan stirîn. Bernameya mîhrîcanê dê bi çalakiyên cur bi cur dê di roja duyemîn de jî berdewam bike.