Bereketa destên qusandî!
Bêvrîvanên bi kîlometreyan rê dimeşin û digihijin Zozana Spîxanê ji bo rûyê xwe ji rojê û ba biparêzin bi desmalên xwe rûyên xwe digirin. Bêrîvan pişt re diçin qada pez lê tê komkirin û dest bi pez dotinê dikin. Jina bi navê Meryem Akdogan a 65 salî diyar kir ku nayê bîra wê kengî dest bi bêrîvaniyê kir li aliyekî bi destên qusandî pez didot û li aliyekî jî bi me re diaxivî û wiha got: "Em careke din vegeriyan li ser axa xwe. Em li vir gelek keyfxweş in. Berê herêm qedexe bû. Em niha gelek keyfxweş in û ev yek azadî ye." Akdogan, anî ziman ku ji şîr penîr û mast çêdikin û wiha axivî: "Em ji şîrê mast û penîr çê dikin. Em van li gorî hewcehiyên xwe bikartînin. Li gorî daxwazê hilberînên xwe me difiroşin û derbara xwe dikin. Karê em bi heskirî dikin ê xweşik e. Em weke jî nû hatin dinê keyfxweş in."
Daxwaza aramiyê
Jina bin avê Seyran Akdogan (55) jî diyar kir ku ji ber operasyon û pevçûnan li qadên qedexe nedijîn û wiha got: "Bi salane em vî karî bi heskirî dikin. Berê wisa nebû. Ev der ji sivîlan re qedexe bûn. Leşkeran ev der digirtin. Lê niha piştî pevçûn bi dawî bûn em hatin ser axa xwe. Hêvî dikim ku dê rojên xweş bên jiyîn. Em gelek keyfxweş in. Êdî em dixwazin bi aramiya xwe ya berê bijîn." Şivanê bi navê Emîn Akdogan jî diyar kir ku nêzî meheke tên vir û dê heta meheke din derbikevin zozanan.
DÎHA/COLEMÊRG