Di şahiya ku hat lidarxistin de MEYA-DER, BDP'a navçeya Geverê ya Colemêrgê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Şaredariyê, Abdullah Zeydanê ku berê AKP'î bû û derbasî BDP'ê bû û gelek welatî cihê xwe girtin.
Welatiyê bi navê Abdullah Polat diyar kir ku ji bo pêvajoyê divê hikûmeta AKP'ê gavên ku pê werin bawerkirin biavêje.
Welatiyê bi navê Abdullah Zeydan jî da zanîn ku ew bi salane hesreta zozanan in û wiha got: "Ez ji bo Rêberê Gelê Kurd pêvajoya aştiyê daye destpêkirin spasdariya xwe jê re dişînim.
Zeydan der barê rewşa rojavayê Kurdistanê de jî axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesên ku wijdana wan hebe divê li hemberî van komkujiyan bêdeng nemîne. Hikûmeta AKP'ê bi destekirina çeteyan polîtîkayên xelet dimeşîne. Ger ku Tirkiye hêviya xwe bi çeteyan ve girê dabe dê gelek xwelîser bibe. Hikûmeta ku gelê Kurd xwe li cem xwe nebîne ew hikûmet bi ser nakeve.“ Şaredarê berê ya Xiravatayê Husnu Bulgan da zanîn ku ji ber cara yekemîn e ku ew şahî li Zozanên Meydanbelekê li dar dixin hinek kêmasî kişandine û wiha got: "Dê sala were di heman dîrokê de li Colemêrg, Gever, Çelê, Şemzînan û Bajêrganê em ê şahiyeke mezin amade bikin."
DÎHA/COLEMÊRG