Diyarî gerîlayan kirin
Li qadê posterên Leyla Şaylemez, Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan û pankratên "Serokatiya Azad Kurdistana Azad" û "Em pêngava rizgariya demokratîk ava dikin" hatin daliqandin. Piştî ku mîhrîcan dest pê kir li ser navê komîteya amedekar Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran axivî û diyar kir ku ew mîhrîcanê diyarî 14 endamên HPG'ê yên di sala 2006'an de bi çekên kîmyevî hatin qetilkirin diyarî dikin û wiha got: "Em ji Zozanên Şênê ji Rêber Apo re bi hezaran silavan rê dikin. Em carek din dîsa li vê derê azadiya Rêber Apo diqîrin."
Dengbêj sitran
Destpêkê di mîhrîcanê de tîma foklorê ya Navenda Çand û Firata Dîcleyê derket ser dikê û lîstikên xwe pêşkeş kirin. Piştre jî dengbêj Xeyrî, Axîn Biro, Rênas Pîro derketin ser dikê. Piştre nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên salên 90'î û sînevîzoyna ku jiyana gerîlayên PKK'ê vedigot hat pêşandan. Piştre jî fîlma Bêrîtan hat temaşekirin. Piştî ku hewa cemidî welatî li ber konên xwe agir vêxistin û der barê pêvajoya siyasî de hin nirxandinan kirin.
DÎHA/AMED