Bi pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk ên li Swîsreyê (DEM-KURD) gelek kes li bajarê Swîsre Zurîchê civiyan û bi mîtîngekê re tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Mîtîng li meydana Helvetîaplatzê pêk hat û rêxistinên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyî destek dan.
Gelek kesên li dû pankartên bi nivîsa „Ji tecrîdê re na ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu“ û „Şoreşa Rojava Şoreşa Kurdistanê ye“ hatin cem hev, bi qîrîna dirûşmeyan re tecrîda li ser Ocalan protesto kirin.
Li ser navê DEM-KURD’ê Fûat Komur li mîtîngê peyivî û diyar kir ku hikûmeta AKP ji ber têkçûna xwe ya li hemberî tevgera Kurd tecrîdê li ser Ocalan dimeşîne û destnîşan kir ku gelê Kurd jiyanek bê Ocalan ti carî qebûl nake. Komur bibîr xist ku Ocalan li zîndana Îmraliyê ji bo çareseriyeke demokratîk li ber xwe dide û got, „Tecrîda li ser Rêberekî di çareseriyeke aştiyane û demokratîk de israr dike, tecrîda li ser tevahiya gelê Kurd e.“
Li aliyê din, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan Meclîsa Jinê ya Bêrîtan a li Zurîchê çalakiyek lidar xist. Endamên Meclîsa Jinê, li kolanên herî qelebalix ên bajêr, der barê tecrîda li ser Ocalan de belavok belav kriin.
ANF/ZURÎCH