Colemêrg

Li Colemêrgê di navê de şaredar, endamên BDP, HDP, MEYA-DER, TUAD-DER, Komeleya Xwendekaran ya Colemêrgê (CODER) û KURDÎ-DER'ê jî bi hezaran kesî bi boneya şermezarkirina bûyerên Licê li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û ber bi Cadeya Bulvarê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Çalakgeran di meşê de dirûşmên "Tolhildan", "Şehîd namirin", "Biji berxwadana PKK-YPG'ê " û "Ji bo aşitî û azadiyê; şer şer şer" hatin gotin. Hevserokê Rexistina BDP'ê yê Navçeya Navendî ya Colemêrgê Halît Soydan got,  gelê Kurd ji şer re jî ji aşitiyê re jî amade ye. Soydan weha bang li hikûmetê kir "ev der Kurdistan e. Ev rêyên ewlehiyê, hûn ji bo ewlehiya me çênakin. We ji bo aştiyê çi kir? Hesab bidin."
Piştî axaftinê, girse belav bû, belê ciwanan careke din dest bi meşê kir. Li ser vê yekê polîsan bi ava şid, gazên bombeyê û fîşekên plastîk êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî bi kevir, molotof û fişekên hewayî bersiv da polîsan.

Gever
Li Navçeya Colemêrgê Geverê jî doh bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Li navçeyê  bi tenê nanpêj û dermanfiroş vekirîbûn. Ciwanan li taxên Esentepe, Kiyla, Gungur, Kanîheyder û li ser rêya Şemzînanê çalakî li dar xistin. Polîsan piştî demekê li taxan hemûyan êrîşî  ciwanan kir. Ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiv da êrîşa polîsan û navçe veguherî qada şer.
Stewr, Şemrex
Li navçeya Mêrdînê Stewrê li ber avahiya BDP'ê, komkujiya Licê hat şermezarkirin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de dirûşmên; "Her der Lice ye her der berxwedan e", "Bila destên ku dirêjî Licê dibin bişkên" hatin gotin. Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî bi meş û daxuyaniyê hate şermezarkirin. Gelek welatî li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mehmet Uzun hatin cem hev û ber bi Qada Komarê ve meşiyan.

Mêrdîn
Rêxistina BDP'ê ya Artukluyê bi boneya komkujiya Licê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da. Bi sedan welatî beşdarî daxuyaiyê bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk destnîşan kir ku zîhniyeta AKP'ê ji bo çareseriyê amade nîne û got: "li Licê komkujî pêk hat û nikarin kurdan bixapînin. Êdî nikarin Kurdan bi polîtîkayên mijûlkirinê bixapînin. Gelê kurd dimeşe azadiyê. Dê heta dawiyê ji bo azadiyê têkoşe." Ji bo komkujiya Licê şermezar bikin doh bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya navçeya Mêrdînê Dêrikê gihîştin hev û heta bi Meydana Cumhuriyetê meşiyan. Hevserokê rêxistina BDP'ê ya Dêrikê Adîl Aktaş, komkujiya Licê şermezar kir û got, gel aştiyê dixwaze lê hikûmeta AKP'ê bi komkujiyê bersiv daye daxwaza gel. Rêxistina BDP'ê ya Kerboranê jî li ber avahiya partiye daxuyaniyek da çapemeniyê. Li navçeyê dikandaran jî dikanên xwe venekirin û tevli daxuyaniye bûn. Li navçeya Rihayê Wêranşarê doh bi meşekê komkujiya Licê hat şermezarkirin. .

Cizîr û Bêşebab
BDP'ê li navçeya Şirnexê Cizîrê jî bi heman mebestê daxuyaniyek da çapemeniyê,  bi tevlibûna sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Li navçeyê polîsan gelek tedbîrên awarte girtine û bi rasthato bombeyên gazê diavêjin nava taxan. Li navçeya Şirnexê Bêşebabê jî sedan welatî, bi pêşengiya BDP'ê li ber avahiya partiyê hatin ba hev û komkujiya Licê bi meşekê şermezar kirin.

Sêrt
Li Sêrtê bi pêşengiya Komeleya Xwendekaran ya Botanê (BDO-DER) bi piştgiriya KESK û ÎHD'ê komkujiya Licê doh li Zanîngeha Sêrtê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. Xwendekaran her wiha xwest ku hevalên wan yên di encama serdegirtinên malan de beriya bi çend rojan  hatibûn girtin,  werin berdan.

Êlih
Rêxistinên HDP û BDP'ê yên Êlihê doh li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê xelk civiya. Li vir dayîka bi navê Meyaser Akdag li ser navê Dayîkên Aştiyê axadftinek kir û komkujiya Licê şermezar kir. Piştî axaftinê girse ber bi avahiya AKP'ê ve meşiya. Girseya çelenga reş danî ber deriyê avahiyê AKP´ê.

Panos û Bazîd
Li navçeya Agiriyê Panosêrêxistina BDP'ê bi meşekê komkujiya Licê şermezar kir. Di meşê de dirûşmên "dewleta kujer wê hesab bide", "gelê Licê tenê nîne" hatin gotin. Li ser navê girseyê serokê rêxistina BDP'a Panosê Îkram Bedîr axivî û got, gelê Kurd li hemberî çêkirina qereqol û qaleqolan wê bibe mertal.
Li navçeya  Agireyê Bazîdê bi boneya şermezarkirina komkujiya Licê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Li bajêr dikanan derabeyên xwe venekirin û gelek welatî li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev. Di çalakiyê de dirûşmên; "Tolhildan", "Bijî berxwedana Licê", "Şehîd namirin", "Kujer AKP" hatin gotin. Hevserokê rêxistina BDP'ê ya Bazîdê Mehmet Karadag got, hikûmeta AKP'ê polîtîkayên şerê qirêj xistine dewrê.
Qereyazî, Qereçoban
Li navçeya Erzeromê  Qereyaziyê rêxistinên BDP û HDP´ê yên navçeyê komkujiya Licê şermezar kirin. Li navçeya  Erzeromê Qereçobanê jî rêxistina BDP'ê komkujiya Licê bi daxuyaniyekê  şermezar kir. Gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn û birêvebirê BDP'ê yê Qereçobanê Osman Çaliş destnîşan kir ku dewlet bi tundî û şîdetê bersivê dide daxwazên gel û got: "Berxwedana Licê û Mesanê biryardariya gelê me nîşan daye. Gel wê bi ser keve,  hesabê komkujiya Licê wê bê pirsîn."

Melazgir
Bi boneya şermezarkirina komkujiya Licê li ber avahiya rêxistina BDP'ê ya Milazgirê daxuyanî hat dayîn. Seroka rêxistina BDP'ê ya Milazgirê Melek Bogan diyar kir ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd tişta ku dikeve ser milê wê pêk anîye, lê hikûmet li hember daxwazên gel bendav û qereqolan çêdike. Bogan da zanîn ku gelê Kurd dev ji daxwaza azadiyê bernade.

Stenbol
Li ser banga Meclîsa HDK'ê ya Sultangaziyê bi sedan kes pêr bi şev li duryana qereqola kevin hatin cem hev û bi sloganên "her cih berxwedan, her cih Lice", "dewleta kujer wê hesêb bide" û "Şehîd namirin" ber bi Cemxaneya Gaziyê ve meşiyan. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn û komkujî û polîtîkayên AKP'ê hatin şermezarkirin. Piştî daxuyaniyê ciwanan li ser Kolana Îsmetpaşa dest bi meşê kir û polîsan bi bombeyên gazê êrîş bir ser  ciwanan. Ciwanan li ser dîwaran nivîsa "PKK" û "YPG" nivîsî, li kolanan agir hilgirtin û bi fîşekên hewayî û molotofan bersiv dan polîsan.

Kocalelî
Xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê bi armanca şermezarkirina komkujiya Licê Fakulteya Ragihandinê dagir kirin. Xwendekaran doh serê sibê bi slogana "Her der Lice ye her der berxwedan e" ketin avahiya fakulteyê û pankratên "me li Licê dest pê kir, em ê li Licê bi ser kevin" û "Roboskî, Soma, Gezî, Lice êdî bes e" daliqandin. Piştî çalakiyê dest pê kir polîs hatin fakulteyê û êrîşî xwendekaran kir. Di encama êrîşa polêsan de 20 xwendekar hatin binçavkirin.

Îzmîr
Li Îzmîrê endamên YDG-H ji bo şermezarkirina komkujiya Licê pêr bi şev li taxa Mevlana ya Bornovayê çalakiyek li dar xist. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmên; "Tolhildan", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Licê" gotin. Polîs bêyî ku hişyar bike, dest werda çalakiyê. Ciwanan jî bi keviran bersiv dan polîsan û wesayîteke polîsan şewitandin. Ciwan piştre ber bi taxa Doganlar ve meşiyan.  Çalakiyan heta derengiya şevê dewam kir.