Di roja 15´an a berxwedana Licê de fermana “lêxin û bikujin “ hat dayîn, vê êrîşê canê 2 kesan stand û kesên birîndar bûne rewşa wan giran e. Çalakîyên gel li hemberî avakirina qereqolan hukûmet xistibû nava tengasîyan. Tengasîya: Çawa dibe ku komek mirov, bi biyar li hemberî avakirina qereqolan wisa disekine û paşde gav navêjê?  

Ev Êriş piştî hilbijartinên Agirî û Norşînê bi pîlan hatin kirin. Di encama hilbijartinan de jî derket holê ku gel biryara xwe daye ku naxwaze bi dagirkeran re bijî. Ev biryara xwe hem li ser sindoqên dengdanê û hem bi çalakîyên xwe anî ziman.
Îradeya siyasî ya ku di hilbijartinê de hat nîşandan ne bi tenê ji bo xizmetên rojane ye. Ev îradeya siyasî ya gelê Kurd heya dagîrkeriya li Kurdistanê bi hemû şêwazên xwe ji holê ranebe, wê hem berxwedana neteweyî û hem ji bo avabûna xweseriyê bi awayekî bêhempa berdewam bike. Ev îrade çawa, li ku derê, ji bo çi û kengî bikeve tevgerê cewher û rotaya pêvajoyê dikare biguherînê. Ev îradeya siyasî ya civakê di demekê de ku dewlet ti gavên berbiçav ji bo bersivdayîna pêdiviyên dîyalogê naavêje, îradeyek e ku divê bi tenê nemîne.
Diviyabû berxwedana gelê Licê hem ji aliyê hejmarê ve bihata zêdekirin û hem jî di alî parastinê da piştgiriya ji derdorê bihata xurtkirin. Ev nedihat wataya tehrîkirinê, ji ber ku vê dewleta tiştekî ji zimanê dîyalogê fêm nake diviyabû li Licê bi zimanê hêz, xwe parastin û xwedîderketina li hev û din, bersiva xwe bigirta.
Nirxandina “dewlet hov e û hertim heman helwestê nîşan dide” kêm dimînê. Jixwe niyeta dewletê û helwesta wê ya li hember çareseriyê tê zanîn. Serbest bernedane bi hezaran siyasetmedar û girtiyan bi taybet girtiyên nexweş, avakirina bendav û qereqolan, sewqiyata serbazî, alîkariya bi çeteyên DAÎŞ‘ê re, daxuyanîya serokwezîrê tirk Erdogan “pilana B û C” helwesta fermî ya dewletê ye.
Li hemberî vê dewletê berxwedaneke topyekûn pêwistiyeke demê ye. Rê yan demokrasîya bi destûreke  demoratîk û gavên berbiçav an xwebirêvebirina demokatîk, zelaltir xuya dike.
Ne tenê li Licê, roja 8’ê hezîranê li Xaneqîn û roja 9’ê hezîranê li Xurmatû komkujî pêk hat, tê îdakirin kû DAÎŞ´ê hin navçeyên Musilê kontrol kirine, komkujî û êriş li xeta Musil, Xurmatû dirêj dibe heya Xaneqîn tê famkirin û bûyerên ne ji rêzê ne. Ev destpêkeke nû ye ji bo dorpêçkirina herêma Kûrdistanê û êrişeke berfireh e li van herêman ku di hilbijartinên 30’ê Nîsanê de li van herêman dengên kurdan jî zêde bûn. Û tê payîn hevdîtinên navbera Hukumeta Îraqê û Kurdan li ser paşvevegerandina wan navçeyan be ku ji Kurdistanê hatine qûtkirin; ku 2 ji wan jî Xaneqîn û Xurmatû ne.
Lê balkêş e li tevahiya van herêman rasterast YNK bûye armanca êrişan . YNK di demên dawî de wekî ku tê zanîn piştevaniya pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û destkeftiyên Rojava dike.
Endamê nû yê Perlemana Îraqê Arêz Abdullah ku dengên herî zêde li Hewlêrê girtin û bi xwe Serokê Listeya YNK bû, li Hewlêrê di bernameyeke Stêrk TV de got: “helwesta piştevaniya Rojava û kantonên Rojava ji bo me ne taktîk e, helwesteke stratejîk e.” Eger mirov vê helwesta YNK’ê bi helwesta hin dijberên Rojava re bîne cem hev, ev yek mirov dixe nava fikaran û pirsên mîna “gelo êrîşa Licê, teqîna Xaneqîn, êrişên li ser Xurmatû parçeyekî heman konseptê ne?
Mîna Bakurê Kurdistanê, ji bilî berxwedaneke topyekûn ti rêya din li  pêşîya Başûrê Kurdistanê  nîne. Eger pirsgirêk bi tenê ji rêya danûstandina li ser maseya pêkanîna hukûmetê were hiştin ev dibe xwexapandin, nexasim dema nêrîn jî di nava hêzên siyasî yên Kurd de ne yek bin. Ev teqîn û êrîşên li ser deverên ku ji Kurdistanê hatine qutkirin dibe kû DAÎŞ yan El-Qaîde tetikêşên wan bin, lê konsepteke siyasî ye û lingê wê yê derveyî û hundurîn heye.