Ji ber kirîza aborî û têkçûna rewşa siyasî û rêveberiyê li Herêma Kurdistanê nakokiyên di navbera aliyan de zêde bûye û berdewam e. Lê belê piştî lihevkirina di navbera YNK û Goran de hinek partiyên din bi taybet aliyên îslamî di wê hewldanê de ne ku lihev bikin.
Divê xizmeta gel û doza siyasî bike
Çavdêrê siyasî û Berpirsê Şaxa Partiya Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê li Helebce der barê mijarê de ji RojNewsê re axivî û got: “Yekîtî û lihevkirina di navbera partiyan de li Başûrê Kurdistanê modelek nû afirandiye. Kirîza aborî wer lê kiriye ku partiyên biçûk hêza wan a xwerêveberiyê nemaye, ji bo wê li gel partiyên mezin cih digirin.”
Soran Hesen da zanîn ku proje û xebatên hevbeş bûye bingeha yekitiya partiyan bi taybet ya Goran û YNK’ê û got , aliyên siyasî jî di nava vê hewldanê de ne û wiha domand: “Yekgirtin karek başe lê bi şertê ku xizmeta gel û doza siyasî ya Herêma Kurdistanê bike. Nabe ku li dijî şexs yan jî her partiyek siyasî be ku ev yekê rewşê aloztir bike.”
Rojnamegerê bajarê Helebce, Îmdad Tawgozî jî li ser heman mijarê axivî û got: “Ez di wê baweriyê de me ku nabe ew lihevkirin tenê bi Silêmaniyê re bi sînor bimîne. Divê derbasî bajarên din ên Herêma Kurdistanê bibe.”
CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS/HELEBCE