
Tevgera Gorran û Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) piştî ku 25 xalên weke ji bo krîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê rû daye çareser bikin, li dijî sîstema serokatiyê derkevin û sîstema parlemanteriyê biparêzin îmze kirin, bi merasîmekê eşkere kirin.
Merasîma ku li Otela Şarê Ciwan a Silêmaniyeyê pêk hate de, Serokê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl Elî, bi dehan endamên polîtburoyên her du partiyan, ji bilî PDK’ê gelek nûnerên partiyên herêma Kurdistanê û nûnerên balyozxaneyên dewletên cûda amade bûn.
Di merasîmê de 25 xalên ku di navbera herdu aliyan de hate qebûlkirin, hat xwendin û hate îmzekirin.
‘Ji bo rêxistinkirina mala gelê Kurd e’
Pişt re ji herdu aliyan Serokê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa û Endamê Polîtburaya YNK'ê Seedî Ehmed Pîre daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di destpêkê de Serokê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa axivî û got: "Temelê vê lihevkirinê di sala 2012’an de hate dayin, lê ji ber ku Mam Celal nexweş ket ve ev lihevkirin heta îro hate taloqkirin. Herêma Kurdistanê rastî komelek krîzên siyasî û aborî hatiye. Ev lihevkirin ji bo dadweriya civakê pêk hatiye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêk hatiye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên, aborî, parwerde, dadwerî û siyasî pêk hatiye. Ev lihevkirin ji bo rêxistinkirina mala gelê Kurd e. Naveroka li hevkirinê li gorî daxwaza xelkê Herêma Kurdistanê ye û ji bo vê yekê girînge."
‘Îro rojeke dîrokî ye’
Dûvre Endamê Polîtburaya YNK'ê Seedî Ehmed Pîre û Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî li ser navê her du partiyan civîna çapemeniyê li darxistin.
Di serî de Endamê Polîtburaya YNK'ê Seedî Ehmed Pîre axivî û got: “Îro rojeke dîrokî ye. Li Herêma Kurdistanê îro krîza aborî û siyasî berdewam dike. Ev lihevkirin ji bo rêxistinkirina mala Kurd û nêzîkirina hev a aliyê siyasî ye. Dîsa armanc ji holê rakirina krîzên li Herêma Kurdistanê ye. Ez spasiyê li hemû aliyên siyasî û aligirên YNK û Tevgera Gorran dikim."
Berdevkê Tevgera Gorran Şoreş Hacî jî diyar kir ku lihevkirin bernameyeke stratejîk a Kurdistanî ye û got, daxwaza xelkê Kurdistanê ye û ji bo yekbûna mala gelê Kurd e.
Li ser çi li hev kirin?
Tevgera Gorran û YNK li ser 25 xalan ji 11 beşan de li hevkirin. Li gorî vê komên herdu aliyan wê li parlamentoya Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê bi hev re tev bigerin. Dîsa wê li dijî sîstema serokatiyê derkevin û sîstema parlemanteriyê biparêzin û wê di hilbijartinên siberojê de weke lîsteyekê beşdar bibin. Dîsa diyarkirin ku divê serokê herêmê ji aliyê parlamentoyê bê hilbijarin û wê ji rêvebiriya Başûrê Kurdistanê berpirsiyar be.
Mijareke din a lihevkirinê amedekrina destûreke bingehîn a demokratîk û pirrengî ye. Pêşnûmeya ve destûrê divê ji aliyê akademîsyenên bêali û serbixwe ve bê amadekirin û jin, ciwan wekhev karibin di siyasete, revebiriyê, dadgehiyê û partiyan de cih bigrin.
PDK’ê jî bo vê helwesta Tevgera Gorran û YNK binirxînin doh li hev civiyan.
‘Peymana Kurdistaneke demokratîk e’
YNK û Tevgera Gorran dan xuyakirin, ku peymana wan ji bo Kurdistaneke demokratîk e û divê hemû xalên peymanê ji sedî sed bi cih werin anîn.
Piştî îmzekirin û eşkerekirina peymanê, rayedarên YNK û Tevgera Gorran ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin, ku ev peyman li hemberî ti partiyê nehatiye kirin.
Seroka Koma YNK'ê ya li Parlamenta Iraqê Ala Talabanî destnîşan kir, ku bicihanîna xalên peymanê ji bo çareserkirina krîzên li Kurdistanê gelekî girîng e û ev nirxandin kir: "Li gorî min, pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi vê peymanê hebû. Heta niha sekinandina karê parlamentê ji bo Kurdistanê, ji bo Iraqê hem jî ji bo herêmê trajediyeke mezin e. Hêvîdarim fraksiyonên YNK û Gorran wê derhal Parlamenta Başûrê Kurdistanê bidin xebitandin. Têkildarî jin û ciwanan ku hêza herî dînamîk a civakê ne, hin xal di vê peymanê de hene. Ev yek cihê kêfxweşiyê ye."
‘Gelê me ji peymanê xweş in’
Parlamentera Tevgera Gorran Bestûn Faîk jî bibîr xist ku Tevgera Gorran û YNK du hêzên ji heman kevneşopiyê tên û got: “Tevgera Gorran û YNK aliyê siyasî ve gelekî nêzî hev in. Heta niha gel û alîgirên her du partiyan ji vê peymanê xweş in. Her wiha heta niha ti partiyeke siyasî nerazîbûna xwe li hemberî vê peymanê nîşan ne daye."
‘Tevlînebûna PDK’ê cihê pirsê ye’
Parlamentera YNK'ê ya Parlamenta Iraqê Rengîn Abdullah jî da xuyakirin, ku ji bo çareserkirina vê pêvajoya zehmet a welatên Rojhilata Navîn, Iraq û Başûrê Kurdistanê tê de ye, ev yek destpêkek girîng e. Abdullah got; "Tevî ku rayedarên PDK'ê hatin vexwendin jî, tevlî merasîmê nebûn. Ev yek cihê pirsê ye. Divê sedema tevlînebûnê ji wan bê pirsîn. Lê belê divê ti hêz nefikire ku ev peyman li hemberî wan hatiye kirin.”
‘Lihevkirin qezenca gel ê’
Hevserokê Tevgera Azadî ku di merasîma lihevkirina di navbera Tevgera Gorran û YNK’ê de amade bû, diyar kir ku pêwîste ev lihevkirin hevsengiya li herêmê û birêvebirina Başûrê Kurdistanê di nav xwe de bihewîne.
Mihemed Ebdullah, derbarê mijarê de ji RojNews re axivî û got: “Demeke ku ne hevsengiyek di navbera hêzan de çêbûye ku yek ji wan hêzan dixwaze desthilatdariya xwe ferz bike. Aliyek dixwaze hebûna xwe di hemû waran de ferz bike. Vê yekê jî bi piştgiriya artêşa Tirk, bê rolkirina parlementoyê û mijarên ne demokratîk û ferzkirina serokatiya Herêma Kurdistanê, dike. Ji bo jî hevsengiya hêzê ya di navbera aliyan de wê kêrhatî be.”
Ebdullah bal kiaşnde ser yekîtiya di navbera Kurdan de û wiha axivî: “Ji bo yekîtiyê divê eniyek hevbeş di navbera aliyan de were avakirin. Ev lihevkirin û yekîtî wê bi qezenca gelê me li Başûrê Kurdistanê bibe.”
ROJNEWS/SILÊMANIYE