PDK û YNK’ê li ser wezaretên li Bexdayê, walîtiya Kerkûkê û avakirina hikûmeta nû ya herêmê, di nava hefteya bihurî de li hev kiribû. Ev lihevkirin berî ku ji aliyê polîtburoya YNK’ê bê îmzekirin, têk çû.

YNK û PDK’ê demeke dirêj li ser wezareta edaletê ya Iraqê ku ji Kurdan re hatiye veqetandin, walîtiya Kerkûkê, serokatiya parlamena herêmî û avakirina hikûmeta nû hevdîtin dikirin. Endamên polîtburoyên her du partiyan, 15’ê Sibatê destpêkê li Silêmaniyê civiyan. Piştî vê civînê, Berdevkê PDK’ê Mahmûd Mihemed û Berdevkê YNK’ê Sadî Ehmed Pîre civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist, û ragihand ku her du partiyan ji bo çareserkirina gelek pirgirêkan bi rengekî berfireh li hev kiriye. Peymana ku di navbera her du partiyan de hate amadekirin, piştî ku ji aliyê Polîtburoya YNK’ê ve bihata îmzekirin, wê lê bûya. Lê ev lihevkirin berî ku ji aliyê Polîtburoya YNK’ê ve bê îmzekirin, têk çû.

Rojekê piştî vê peymanê

Di çarçoveya peymanê de wê wekîlên partiyan tevlî vekirina parlamenê ya roja Yekşemê bibûna. Her wiha piştî vekirina parlamenê wê îro jî bi pêşengiya her du partiyan meclîsa bajêr a Kerkûkê bihata civandin û waliyê nû yê Kerkûkê bihata hilbijartin. Rojekê piştî vê peymanê, PDK’ê bi Tevgera Gorran re peymaneke cuda ya siyasî çêkir. Ev lihevkirina siyasî bêyî haya YNK’ê jê hebe, hate kirin. Ev jî bû sedema xerabûna peymana navbera her du partiyan.

Rayedarên payebilind ên YNK’ê diyar kir ku ji ber ku PDK’ê bêyî haya wan jê çêbe bi Gorranê re li hev kiriye, ew ê tevlî rûniştina parlamenê nebin. Piştî lihevkirina PDK û Gorranê, PDK’ê heyetek şand mala Kosret Resûl a li Hewlêrê ji bo ku bi rayedarên YNK’ê re hevdîtinê bike.

Ji bo demeke ne diyar taloq kirin

Tê gotin, heyetê ji Kosret Resûl û rayedarên din ên YNK’ê xwestiye ku YNK’yî tevlî rûniştina parlamenê ya roja duşemê bibin, lê belê Kosret Resûl û hevalên wî diyar kirin ku ji ber lihevkirina bi Gorran re ew ê tevlî rûniştinê nebin. Piştî ku YNK’ê ragihand ku ew ê tevlî rûniştina parlamenê nebe, vekirina parlamenê ji bo demeke ne diyar hatiye taloqkirin. Hîna aliyan daxuyaniyeke fermî nedaye li ser wê yekê ka rûniştinên parlamenê wê pêk werin yan na. 

 

 ANF/HEWLÊR